Lêkolîner Lamar Erkendî êrîşa li ser Şêx Meqsûd û paşperdeya wê eşkere kir

Lêkolîner û pispora di karûbarên terorîzmê de Lamar Erkendî nasnameyên çete û komên ku êrîşî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kiribûn û hûrguliyên din eşkere kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di êrîşa li dijî du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hat kirin, li gorî raporên hatin weşandin zêdetirî 42 hezar çete û cîhadîstan cih girtiye.

Têkildarî vê mijarê Rojnameger, Nivîskar û Lêkolînera di karûbarên terorîzmê de pispor Lamar Erkendî ji ajansa me re behsa hûrguliyên girîng kir.

Lamar got ku nêzî 43 hezar cîhadîstên tundrew êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirine û da zanîn ku di nav wan de kom û serçeteyên di lîsteyên terorê yên navdewletî de jî hebûne.

Çeteyên ku êrîş birin ser Şêx Meqsûdê di lîsteyên terorê de ne

Lamar got ku di nav dîmenên sûcên hatin belgekirin û hatibûn parvekirin de, Ehmed El-Mensûr ê ku cenazeyê Denîz Çiya ku şervan bû û piştî ku nemir bû, ji avahiyê hat avêtin jî, hebûye. Lamar Erkendî ragihand ku her wiha nêzî 4 hezar cîhadîst ji Lîwa Dir’i El-Îraq jî di êrîşê de cih girtine û ev agahî dan: “Ev çete jî li Îraqê di lîsteya terorê de ne. Em jibîr nekin ku kom û serçeteyên Turkmanî jî di êrîşê de cih girtin. Ew jî di lîsteya reş a ji aliyê hikûmeta Îngîlistanê ve tên xwestin de bû. Her wiha du tîmên Înxîmasî yên xwekuj ên ji nasnameyên cûda, piraniya wan Ereb û biyanî jî, hebûn.

Dewleta Tirk ferman da

Lamar da xuyakirin ku cîhadîstên êrîşî Şêx Meqsûdê kirine bi ferman û biryara dewleta Tirk tevgeriyane. Lamar bi berdewamî rola dewleta Tirk li Sûriyê bibîr xist û got: “Em dizanin ku dewleta Tirk ji êrîşa ku Îran dê di her kêliyê de lê rast were, ditirse. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl bi berdewamî gefan li êrîşekê dixwin, dibe ku êrîşeke wêranker be ku bibe sedema hilweşîna rejîma Îranê. Tirkiye ji vê yekê nîgeran e û dizane ku li pey Îranê wê êrîşek li ser wê jî çêbibe, ji ber vê yekê bi zanebûn li seranserê Sûriyeyê kaosê diafirîne. Welatên ku di dosyeya şerê Sûriyeyê de xwedî rol in, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya, Fransa, Almanya û Îsraîl teşwîq dike ku bikevin nav kaosa ku Enqere bi zanebûn li Sûriyeyê diafirîne.”

Dîsa armanca sereke Kurd in!

Lamar armanca sereke ya êrîşan jî bi zelalî vegot û destnîşan kir ku ev welat dixwazin Kurd ji her deverê ku lê ne, bi tevahî ji kokê werin rakirin, wekî ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qewimî. Lamar behsa binpêkirinên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbûn kir, bal kişand ser jinan û wiha pêl da gotinên xwe: “Di her şerekî de jin her tim qurbaniyên yekem û dawîn in. Bedena wan pirî caran li qada şer têne bikaranîn. Ji ber vê yekê me dît ku rêjeya herî bilind a binpêkirinan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbûye, jin û zarok li wir rastî destdirêjiyê hatine. Sivîlên ku ji êrîşan direviyan wekî dîlên şer hatine girtin û bi endamtiya Hêzên Sûriya Demokratîk, hatine tawanbarkirin.” Lamar li ser îstatîstîkên rast yên derbarê jinên hatine revandin de jî ev tişt anîn ziman: “Hejmar an îstatîstîkên rast li ser hejmara kesên ku hatine revandin, bi taybetî jî li ser jinan, tunene. Lê xuya dike ku hejmara wan bi sedan in.”

Çend malbat bi temamî hatine înfazkirin

Lamar bi berdewamî ronahî avêt ser binpêkirin û sûcên şer ku ji aliyê 43 hezar cîhadîstên êrîşî du taxan kirin ve hatine kirin û wiha bilêv kir: “Di dema êrîşan de hin malbat bi awayekî giştî hatine înfazkirin, yên di taxê de mabûn û yên ku di dema şer de jî, direviyan. Bi dehan wêneyên qurbaniyan me dîtin, piraniya wan ji heman malbatê ne û hejmarek zêde jî xort in.”

Di Wezareta Parastinê de kî heye û çima ew!

Lamar qala çeteyên ku îro di Wezareta Parastinê de cih digrin kir û got: “Dema ku dewleta Tirk hewl da ku hemû cîhadîstan û koman kom bike, piraniya wan DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Hurras el-Dîn in. Armanca wan a sereke ew bû ku wan tevlî Wezareta Parastinê bikin û statuya fermî wekî artêşa Sûriyeyê bidin wan.” Lamar balkişand ser xeteriya wê û wiha got: “Ev yek dê bihêle ku ev sûcdar û kujer ji berpirsyariya sûcên şer ên ku wan li dijî qurbaniyên sivîl kirine birevin. Wiha jî wê di encamê de, ji hemû zagonên navneteweyî yên ku divê li dijî wan werin sepandin, xwe bişon û xilas bikin.”

Belgekirina binpêkirinan û darizandina sûcdaran dê demek dirêj bigre

Lamar derbarê belgekirina binpêkirinan û dadgehkirina kujeran de nêrîna xwe wiha  parve kir: “Bi nêrîna min ya takekesî, belgekirina van binpêkirinan dê demek dirêj bigre û pêşkêşkirina wan ji dadgehên navneteweyî re jî dê pêvajoyek dirêj bigire. Lê belê, ez bi hêvî û bawer im ku malbatên qurbaniyan û rêxistinên navneteweyî yên ku bi qurbaniyên şer re eleqedar dibin dê biserkevin. Ku dengê van sivîlan bighînin forum û dadgehên navneteweyî da ku sûcdaran darizînin. DAIŞ û piraniya komên cîhadîst û hêzên tekfîrî, projeyên ku li pişt deriyên girtî ji bo xizmetkirina berjewendiyên welatên Rojavayî têne çêkirin in.”

Çima li van herêm û sînoran DAIŞ çalak dibe

 Lamar bal kişand ser destekkirina DAIŞ’a ku li kîjan herêmên li ser erdîngariya Sûriyê derkeve û sedemên wê wiha ev agahî dan: “Derketina DAIŞ’ê li deverên Sûriyeyê ku di nav dewlemendtirîn çavkaniyên welêt de ne, çi petrola bin erdê be çi jî çavkaniyên din ên enerjiyê, wek silîkon be. Ku ji Tedmur ber bi gundewarê Humsê, heta başûrê Derayê, Suweydayê û ber bi baregeha El-Tenefê ve dirêj dibe, dighêje sînorê Sûriyê-Iraqê ber bi Dêrazorê û Reqayê ve. Dewlemendiya ku van deveran li çola Sûriyeyê dihewîne, bi qasî pênc qat dewlemendiya hevbeş a Erebistana Siûdî û Qeterê ye. Ji ber vê yekê, ew piştgirî û teşwîqê didin van komên tekfîrî ku li van herêman derkevin holê, bi armanca sereke ew e ku çavkaniyên welêt bigirin.”

Wê vîdyoyên belgekirina sûcan were weşandin

Lamar got ku vê carê, awayê ku sûcdaran sûcên xwe li Şêx Meqsûd belge kirin û parve nedikirin cuda bû, ji ber ku fermanên hişk ji Wezareta Parastinê ku wan ji belgekirina van sûcan qedexe dikin, girtibûn. Lamar xalek din a girîng anî ziman û wiha bilêv kir: “Her çend çeteyan sûc belge kirin jî, lê ew qurbaniyên li qadên şer wekî xenîmetên şer dibînin. Ev vîdyoyên belgekirî dê di dawiyê de werin weşandin. Lê dibe bi rêya çapemeniya Rojavayî werin belavkirin, ji ber ku ev sûcdar vîdyoyan difiroşin dezgehên medyaya Rojavayî.”

Vîdyoyên belgekirina binpêkirinan ji çeteyan re dibe çavkaniyek dahatê

Lamar got ku di demên pêş de ew ê dîmenên sûcên hatine belgekirin bi vî awayî bibînin û wiha dewam kir: “Em ê belgefîlm, bername û gelek gotaran ji binpêkirin û rastiya tiştên ku li Şêx Meqsûd qewimîne, bibînin. Heman sûcdar van vîdyoyan wekî çavkaniyek dahatê jî dibînin, ku bi potansiyelî bi firotina wan ji rojnamevanên biyanî an televîzyonên Rojavayî bi hezaran dolar qezenc bikin.”

Revandina jin û zarokan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dûbare bû lê plana kê ye?

Lamar armanca revandina jin û zarokan ji hêla DAIŞ’ê û îro hikûmeta Demkî ve û projeya ku bi wan ava dikin eşkere kir û got: “Armanca DAIŞ’ê ji revandina jinên Êzîdî danûstandineke bazirganî bû. Jinên Êzîdî yên ciwan, bedew û bêzewac bi mîqdarên ku carinan digihîştin 15 hezar dolarî dihatin firotin. Lê belê, piştî hilweşîna DAIŞ’ê û desteserkirina desthilatdariyê ji aliyê cîhadîstan ve li Şamê bi rêya peymaneke navneteweyî, revandin û kolekirina jin û zarokan heta roja îro jî berdewam dike. Me revandina bi hezaran jinên Elewî, Durzî û Xirîstiyan li herêma peravê ya Sûriyeyê dîtin, heman senaryo îro li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dubare dibin.”

Ji zarokên ku direvînin artêşek ji zarokan diafirînin

Lamar îşaret bi plana revandina jinan kir û got ku beşek ji planeke Tirkiyeyê ye û wiha ev plan û hûrguliyên girîng eşkere kir: “Revandina jinan planek Tirkiyê ye, ji ber Tirkiyê ji bo demek dirêj plan dike. Ew dixwaze artêşeke zarokan biafirîne ku ew ê wan perwerde bike û wekî makîneyan bikar bîne. Dibe ku em van zarokan piştî bîst an sî salan bibînin, ku li deverên cûda di bin sîwana Tirkiyeyê de şer dikin, xuya bikin û bibînin.”

Jinên ku direvînin di kampên li Tirkiyeyê de tên belavkirin

Lamar eşkere kir ku jinên tên revandin ber bi ku ve tên birin û wiha pêl da gotina xwe: “Piraniya van jinên tên revandin dibin kampên li hundirê Tirkiyeyê û dûv re li cîhadîstan têne belavkirin. Jinên ku ducanî dibin û ji ber tecawizên ku di wan kampan de çêdibin, zarok dibin kampên veşartî. Li wir ji bo yek armancê têne mezin kirin û perwerde kirin. Mîna Yenîçerên Osmanî û Heres el-sewrî el-îranî.” Lamar got ku nexşeya Rojhilata Navîn a nû li ser erdê tê bicîhanîn û hemû welatên Rojhilata Navîn ber bi perçekirin an jî herêmîbûnê ve diçin, Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê ji van welatan in û wiha domand: “Ji ber vê yekê, Sûriyê ber bi perçekirin û ragihandina herêman ve diçe û ev yek Tirkiyeyê nîgeranî dike. Lê tekez dê Kurd mafên xwe yên siyasî bi dest bixin.

Çima Tirkiye ji nexşeya nû bitirse!

Lamar bi vegotina sedema ku dewleta Tirk ji ber pêşketinên li welêt nîgeranî ye dawî li axaftina xwe anî: “Kurd nîvê nifûsa giştî ya Tirkiyeyê pêk tînin. Ger nifûsa Tirkiyeyê 70 milyon be, nifûsa Kurdan herî kêm 35 milyon e. Berovajî vê, hejmara Tirkan li Tirkiyeyê kêmtirî 5 milyonî ye. Ji ber vê yekê, Tirkiyê bawer dike ku perçekirina welêt an jî perçekirina Rojhilata Navîn bo hin beşên herêmê, dê hebûna wê ji nexşeyê bi bandor jê bibe.”