Lazqiyê: Di navbera mîrasa Laodikeia û qedexeyên îro de

Navê Lazqiyê bîranîna jinek di xwe de dihewîne. Bajarê ku ji aliyê fermandarê Seleukos, yekem Seleukos Nikator ve hatiye avakirin, ji bo diyariya dayîka xwe, bi navê ‘Laodikeia’ bi nav kiribû.

ROŞÊL CANYOR

Navê Lazqiyê xwedî wateyeke dîrokî ye. Rewşa dîrokî û civakî sembolîze dike. Ev mîras, ne hûrgiliyek demkî ye, ne li ser dûrxistinê ye, parçeyek ji nasnameya bajarekî ku li ser rûmeta jinek ava bûye ye.

Di dîroka vê erdnîgariyê de, gelek jinên ku bandora wan sînoran derbas kiriye derketine pêş. Ji avakera Kartaca Prenses Elîssa, heta Îmapratorîçe Julia Domna ku ji Humusê ye û li Romayê di jiyana siyasî û entelektuel de roleke girîng lîstin, jin di pêvajoyên avabûna dewletan de bûne aktorên bi bandor. Ne fîgurên ku hatine sînordarkirin.

Kontrola ji ber tirsê

Li hemberî vê biryarên rayedarên Heyet Tehrîr el-Şam, ên qedexekirina makyaj an jî qedexekirina dîtbariya jinan, îro di mijara mêzekirina jinan de pirsên kûr bi xwe re tîne. Rola jinan daxistine ser dîtbariyê, wekî hebûnek ku her dem kontrol bikin tên dîtin. Ev yek nîşan dide ku mirovahî, zihniyet û nirxên civakê biçûk dixe.

Qedexekirina makyaj û cilên şexsî, ne hêza civakê, tirsa ji azadiya şexsî nîşan dide. Jina ku demek bûya sembola avakirina împaratorî û bajaran, di nava vê nêzîkatiyê de di pênasekirina roleke teng de tê hespkirin. 

Paşeroja rewşenbîrî û dema niha ya bi pirsgirêk 

Ya bi êş, ew e ku jin sembol û hêza xakê bûne ye. Li cihê ku li ser vê mîrasê ava bikin, jin di perwerde, siyaset û aboriyê de bihêztir cih bigrin, mijûlbûyîna qedexeyên nû, sînordarkirina nîvê civakê nîşaneya bineketina pêkanîna pêşketinê ye.

Civakên ku dixwazin bilind bibin, hebûna jinan asteng nakin, azadiyê wekî gef nabînin, bi beşdariya aktîf nîşan didin ku jiyana bi wî rengî gengaz e.

Lazqiyê ku ji avabûnê heta niha navê jinan di xwe de dihewîne; wekî berê, îro jî heq dike ku vê wateyê biteyîsîne. Bajarek ku rûmeta jinan hatiye parastin, rola wan hatiye naskirin û azadiya wan wekî parçeyek azadiya giştî ya civakê hatiye qebûlkirin e.