Lavan Mistefa: 8’ê Adarê roja nûkirina îrade û hêza jinê ye

Hevseroka Meclîsa Binarê Qendîl Lavan Mistefa ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê bang li jinên azadîxwaz kir û diyar kir ku ev roj îsbata hêza jin û yekbûna dengê jinê li dijî hemû kevneparestiyê ye.

Binarê Qendîl – Wateya 8’ê Adarê li gel jinên Qendîl, ne tenê rojek a salnameyê ye, sembola têkoşîn, îradeya azad û zindîkirina ruhê têkoşînê ye. Roja nûkirina peymane. Jinên Qendîl vê rojê wek derfetek ji bo dubarekirina padenbûna xwe ya bi doza azadî û têkoşîna dijî zilmê dibînin. Her wiha hêmana yektiyê ye. Divê rojê de balê dikşînin ser girîngiya yekîtî û hevkariya jinan ji bo bidestxistina mafê xwe, têkelkirina xweza û têkoşînê. Ahenga di nava xwezaya Qendîl û wateyak taybet dide vê rojê. 8’ê Adarê rêyek ji bo pêşandana modela ku jin xwedî biryar û îradeya xwene û di hemû qadên siyasî, civakî û leşkerî de amade ne.

‘8’ê Adarê roja nûbûna îrade û hêza jinê ye’

Hevseroka Meclîsa Binarê Qendîlê Lavan Mistefa bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser pêwîstiya yekîtiya jinan ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya jinan û got: “8’ê Adarê ji bo me tenê ne rojek a salnameyê ye. Roja nûbûna îrade û hêza me jina ne. Divê rojê de em dengê xwe dikin yek û dibin bahozek ku ti astengî nekare pêşî lê bigre.”

Lava Mistefa bang li jinên azadîxwaz ên Binarê Qendîlê kir ku bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ vê rojê pêşwazî bikin û û got: “Ez bang li hemû jinên azadîxwaz ên Binarê Qendîl dikim ku roja Yekşemê li gundê ‘Bokrîskan’ bi hevre kom bibin û em bi hevre vê roja dîrokî pîroz bikin.”