Lamiya Osî piştî têkoşîna 32 salan ji girtîgehê derket
Şoreşgera Tevgera Azadiya Kurdistanê Lamiya Osî, piştî têkoşîna 32 salan a di girtîgehên Tirkiyeyê de bi çîroka xwe ya ji bo berxwedan û azadiyê ji zindanê derket.
 
					SERÎN MIHEMED
Heleb – Şoreşgera Tevgera Azadiya Kurdistanê Lamiya Osî, piştî têkoşîna 32 salan a girtîgehê, ji girtîgehên Tirkiyeyê derket û got: “Azadî bi sebra jinan çêdibe.”
Şoreşgera Tevgera Azadiya Kurdistanê Lamiya Osî di sala 1994’an de dema 21 salî bû ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin. Di salên girtinê de li girtîgehên Sêrt, Amed Sêwaz û Şakranê ma. Lamiya Osî 53 salî ji zindanê derket.
Lamiya Osî ku piştî 32 salan hat berdan, roja 24’ê Cotmehê li taxa Eşrefiye û Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê gel ve bi tilîlî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Lamiya Osî ji ajansa me re axivî û hem ceribandina xwe, hem jî ya jinên din ên girtî li girtîgehê anî ziman.
‘Em nêzî 67-100 kesan hatibûn girtin’
Lamiya Osî wiha got: “Di sala 1994’an de civaka Kurd mezin bû, bi pêş ket. Felsefeya jinan belavî Kurdistanê bûbû. Dema ez hatim girtin, bi min re 10 havalên min jî hatin binçavkirin. Bi giştî 67 û 100 kes hatibûn girtin. Hinek jê nû beşdarî tevgerê bûbûn, hinek ji wan jî dema diçûn çiyayên Kurdistanê hatibûn girtin.”
Lamiya Osî dema destpêkê hat girtin li girtîgeha Sêrtê ma, piştî darizandinê bi 20 jinan re wê şandin girtîgeha Amedê. Li girtîgeha Amedê du salan ma. Hejmara girtiyên jin ji ya mêran zêdetir bû. Polîtîkayên dewleta Tirk bi taybetî li ser şikandina îradeya jinên şoreşger hatibû avakirin. Lê belê dewleta Tirk negihîşt armanca xwe. Di heman demê de nêrîna civakê li ser girtiyên jin neyînî nebû. Berovajî wan weke sembola azadî, berxwedan û biryardariyê wan didîtin.
Girtîgeha Sêwasê bû ‘Komara jinan’
Piştî du salan li girtîgeha Amedê ma, darizandina wê temam bû, sewqî girtîgeha Sêwazê hat kirin. Ji ber ev girtîgeh gelek jinên girtî tê de bûn weke ‘komara jinan’ dihat zanîn. Lamiye Osî wiha got: “Li wê derê me jinan di navbera xwe de komek ava kir. Me têkoşîn û fikrên xwe didomand. Me dixwend, nîqaş dikir. Me nîqaş dikir ka li hemberî dewleta Tirk a dagirker em ê çawa bisekinin. Li hemberî vê dewleta Tirk bi taktîkên xwe yên zextê hewl dida me bitepesîne. Tevî hemû zextên dewleta Tirk û bêedaletiya li girtîgehan, me jinan hewl da weke hevalên me yên li çiyayên Kurdistanê, xwe perwerde bikin û bi pêş bixin. Me xwe li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan perwerde dikir.”
‘Şerê psîkolojîk li ser me didan meşandin’
Rayedarên dewletê dem bi dem ji girtiyan dipirsîn, digotin ji ber ku hûn beşdarî tevgerê bûne hûn poşman in ger hûn bibêjin erê em ê we berdin. Lê belê Lamiya Osî û hevalên xwe dest ji bawerî û doza xwe bernedan. Lamiya Osî wiha dibêje: “Ji bo me tv. vedikirin, bernameyên ku behsa bidawîbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê dikirin nîşan didan. Ev şerekî psîkolojîk bû ji bo moralê me û îradeya me bişkînin bi kar dianîn.”
‘Belavkirina komê riya lawazkirinê bû’
Piştî girtîgeha Sêwazê, Lamiya û jinên di wê komê de belavî girtîgehên cuda kirin, ji ber ku li gorî nêrînên wan, di komekê de dema hejmarek kêm bibe, tepisandina wan dê asan be û wiha got: “Berê di her qawîşê de 100 kes diman. Piştre em belavî qawîşên 20 kesî kirin. Êrîşê fikrên me kirin lê belê kokên me wisa kûr bûn ku dewleta Tirk nikaribû bibire.”
Girtîgeha Şakranê
Lamîa Osî diyar dike ku piştî sala 2010’an sewqî girtîgeha Şakrana Îzmîrê hatiye kirin, hejmara kesên di qawîşê de daxistibûn 12 kesan û wiha got: “Li vê derê li pişt hesinan me bal da ser têkoşîna jinan. Me nîqaş dikar em ê hêza jinan, berxwedan û têkoşînê çawa mezin bikin. Îro jî têkoşîna jinan li girtîgehan didome. Ji ber azadî bi sebra jinan çêdibe.”
‘Hûn ji Kurdan ditirsin’
Lamiya Osî, girtina jineke 80 salî bi bîr dixe û dibêje: “Dewleta Tirk pirsa; ‘Di vî temenî de çima tu beşdarî Tevgera Azadiyê Kurdistanê bûyî? Jê kir.’ wê jî ev bersiv da; ‘Ez Kurd im ji ber hûn ji Kurdan ditirsin.’ Em jin dizanin em ê çawa di riya azadiyê de bimeşin.”
Lamiya Osî 32 sal girtî ma û niha temenê wê bûye 53 salî, hê bi hevalên xwe re, ji bo doza gelê Kurd û azadiyê, bi taybetî ji bo azadiya jinan têkoşînê didomînin.
          
        
