Kuştina Xamineyî hate piştrastkirin û di êrîşa dibistanê de 108 kes mirin

Hejmara kesên ku di êrîşa Îsraîlê li dijî dibistana seretayî ya Mînab de jiyana xwe ji dest dane giha 108’an. Kuştina Lîderê Olî Ayetullah Elî Xamineyî jî hate piştrastkirin.

Navenda Nûçeyan – Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de, êrîşên ku sivîlan dikin hedef û bi îdeayên sekvaniyên asta jor de, giha qonexek nû û gelek bi xeter. Medyaya Îranê, ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li dijî dibistanek a li Hormozganê jiyana xwe ji dest dane giha 108’an. Medyaya dewletê Kuştina Lîderê Olî Ayetullah Elî Xamineyî piştrast kir. Li welat 40 roj şîn hate îlankirin, geşedanên ku hevsengiyên li herêmê dihejîne li pey hev tên jiyîn.

Li gorî nûçeya ajansa Nûçeyan a Mîzan ku xwe dispêre dozgeriya Mînab, hejmara kesên di êrîşa Îsraîlê li dijî dibistana seretayî ya keçan a li bajarê Mînab a girêdayî eyaleta Hormozgan ya başûrê Îranê de jiyana xwe ji dest dane gihe 108’an. 

Medyaya dewleta Îranê, Kuştina Lîderê Olî Ayetullah Elî  Xamineyî piştrast kir, li welat 40 roj şîn hate îlankirin.

Li gorî nûçeya televizyona dewleta Îranê, Ayetullah Elî Xamineyî di saetên siharê yê roja Şemî de li ofîsa xwe jiyana xwe ji dest daye. Piştî piştrastkirina nûçeyê, 40 roj şîn hate îlankirin. Her wiha Rêveberiya Tahranê li gelemperî welat 7 roj betlane îlan kir.