Kurdistan Koçer: Dem dema parastina pergala hevserokatiyê ye

Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer, bal kişand ser parastina pergala hevserokatiyê û got: “Dem dema xweparastin û parastina vê pergalê ye, ji ber ku pergala hevserokatiyê yek ji destkeftiyên şoreşa jinan e.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi çirûska azadiyê ya şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê re, gelê Kurd xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin û perwerde kir. Piştre ev fikir li ser rûyê erdê bi riya pergala neteweya demokratîk ku sîstema Rêveberiya Xweser stûna wê ya bingehîn e, kirin meriyetê. Bi riya sîstema Rêveberiya Xweser gel li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe nîşan da û jinan rolek girîng di pergala hevserokatiyê de lîst. Di nava geşedan û pêşketinên ku li cîhanê rûdidin de, pergala hevserokatiyê modela herî guncav e ku mafên hemû pêkhateyan diparêze û mafê jiyanê dide civakê. Ji ber vê hewcedariya wê bi parastinê heye. Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer, parastina pergala hevserokatiyê nirxand.

‘Pergala hevserokatiyê yek ji destkeftiyên şoreşa jinan e’

Kurdistan Koçer da zanîn ku pergala hevserokatiyê yek ji destkeftiyên şoreşa jinan e, pêvajoya ku tevahî cîhan tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi parastina vê pergalê heye û wiha axivî: “Pergala Hevserokartiyê yek ji destkeftiyên herî girîng a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Em girîngî didin vê pergalê, ji ber ku wekheviya di navbera herdu zayendan û esasgirtina nêrîna hev bi pêş dixe. Pergala hevserokatiyê hemû neteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne û mafên jinan, hemû mezheb û olan diparêze. Armanca vê pergalê, avakirina civakek bi ehlaq, polîtîk û demokratîk e.”

‘Dem dema parastinê ye’

Kurdistan Koçer diyar kir ku pergala hevserokatiyê ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriya herî guncav e û wiha domand: “Pergala hevserokatiyê bi pêşengî û berxwedana şervanên YPJ’ê hat rûniştandin û parastin. Em dixwazin ev pergal li Sûriye û tevahî cîhanê pêk were. Ji ber ku tu pergal ji bilî wê rengîniya civakê, misogerkirina mafên jinan, xwedîderketina li nasnameya neteweyan û hewandina wan bi çand û zimanê xwe, qebûl nake. Em derbasî pêvajoyeke hesas bûne, dem dema parastina vê pergalê ye ji ber ku gelek guhertin û veguhertin bi xwe re anîn û wê ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriya herî guncav be.”

‘Baweriya me bi hêza jinan heye’

Kurdistan Koçer, ji bo qezenckirina derfeta dîrokî, avakirina jiyana azad û bi rûmet bang kir û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em rûniştandina vê pergalê li Rêber Apo, şehîd û şervanên YPJ, YPG û QSD’ê pîroz dikin. Baweriya me bi hêza jinan heye ku bi vê pergalê rabûye û xwedî lê derdikeve. Ji ber ku derfeteke dîrokî ye careke din ev derfet nakeve destên jinan. Jinên ku nikaribin cihê xwe di nava qada leşkerî de bigrin, dikarin di nava komîn, meclîs, sazî, deste û partiyên siyasî de bixebitin. Bila her jin xwe û îradeya xwe nas bike û xwe bide naskirin."