Kurd û hevkariyên wan ên di hevkêşeya nû ya Sûriyeyê de

Kurdan ji sala 2012’an û vir ve, bi avakirina rêveberiyên herêmî modelek nenavendî pêşxistin. Li şûna îlankirina veqetandinê ya kevneşopî bikin, modelekî Sûriyeya li ser bingeha gel pêşniyar kirin. Ev model, bi têgihiştina rêveberiya herêmî şêwe bû.

MAJDA TALEB

Di erdnîgariyeke tijî nexşeyên şikestî, girêdanên guherbar û hevkariyên mutleq de, Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di valahiya şer de nêzîkatiyek cûda pejirandin. Him bi hilgirtina çekan re axa xwe parastin û him jî vîzyonek tam a der barê rêveberî û avahiya civakî de pêşkêş kirin. Kurdan, bawer kirin ku hevkarî dikarin bi qasî çekan bi hêz bin. Bi vî rengî, di nava valahiya ku ji ber şer çêbûye de mîna çareseriyek demkî projeyên rêveberiya xweser, bi demê re veguherin ceribandinek siyasî ya hevgirtî.

Kurdan ji sala 2012’an û vir ve, bi avakirina rêveberiyên herêmî modelek nenavendî pêşxistin. Li şûna îlankirina veqetandinê ya kevneşopî bikin, modelekî Sûriyeya li ser bingeha gel pêşniyar kirin. Ev model, bi têgihiştina rêveberiya herêmî şêwe bû.

Proje tenê bûyîna ji tevgerekî Kurd wêdetir bû; Ereb, Suryanî û gelên din ên li herêmê jî bûn beşek ji vê avahiyê. Di nava vê avahiyê de jî jin, ji figûrek sembolîk bêtir veguherîn stûnek rewa. Pergala hevserokatiyê, di her pozîsyonê de hebûna him hevserokên mêr û him jî yên jin ferz kir. Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di şerê li dijî DAIŞ’ê de mîna hêzek leşkerî ya serbixwe cihgirtin û beşdarî cengên krîtîk ku rêça şer diguherînin bûn.

Kurd, bi koalîsyona navneteweyî re veguherin hevkarên leşkerî yên li dijî terorê şer dikin. Ev koalîsyon, destpêkê xwe disport têkiliyên berjewendî, lê ji bo naskirina navneteweyî ya tecrûbeyên Kurd pencereyek vekir. Dengê Kurd êdî tenê bi sînorên erdnîgarî re sînordar nema; di hesabên stratejîk ên paytextên mezin de jî cih girt.

Veguherîna herî girîng ne tenê di berfirehbûnê de ye, di heman demê de di rêveberiya vekişînê de jî çêbû. Dema ku ji Reqa û deverên din vekişiyan, ev gav neguherî şerekî navxweyî an jî hilweşînek bixwîn. Bêyî ku vekişîn veguhere kaosê, Kurd bi parastina rêziknameya xwe ji nû ve rêxistin bûn û hêzên xwe entegreyê avahiyek hêj sexlemtir kirin.

Lêbelê, ev berxwedan bû sedema aloziyên nû. Hebûna Kurdan a li herêmên xwe, zextên leşkerî û siyasî yên navxweyî jî bi xwe re anî. Hebûna avahiyek bihêz û yekgirtî, rola wan di hevsengiyên siyasî û leşkerî de xurt kir. Ji ber ku Kurdan, bi domandina rêveberiya xwe, di nava avahiyek navendî de bûn projeyek serbixwe.

Di destpêka sala 2026’an de peymana ku di navbera Rêveberiya Demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, di tecrûbeya Kurdan de xalekî werçaxê ya krîtîk nîşan da. Ev peyman, pêşbinî dikir ku avahiyên rêveberiya xweser di nav dewleta Sûriyê de cih bigrin. Ji bo hinek kesan, ev neçariyek e û ji bo yên din jî ceribandinek bû ka gelo Kurd dikarin nasnameya xwe ya serbixwe biparêzin an ne.

Bûyerên di salên dawî de hatin jiyîn, nîşan dan ku Kurd tenê xwe naspêrin tifaqên derve, di heman demê de xwedî avahiyek navxweyî ya bihêz, dozek û rêbazek dîrokî ne. Kurdan, hêzên xwe yên leşkerî ji nû ve organîze kirin, şervanên xwe entegre kirin û berdewam kirin ku jinan beşdarî biryarên siyasî û leşkerî bikin. Piştî vekişînê winda nebûn û di bin zextê de jî paşve nevekişiyan; berevajî vê yekê bi parastina nasname û projeyên xwe hebûna xwe domandin.

Li Rojhilat jî, di hawirdorekî nava hesabên herêmî yên tevlihev de, tecrûbeyên Kurdan mînakek kêmdîtî ya hêzek pêşkêş dike ku tevî neçar dimîne ku paşve bikişe jî li ber xwe dide û li ser piyan dimîne. Ev hebûna rêkûpêk û yekgirtî, bi avahiya xwe ya ku him fîgurên mêr û him jî yên jin cih digre, wan veguherand aliyekî ku di hevkêşeya pêşerojê ya Sûriyeyê de neyê paşguh kirin.

*Rojnamevana Yemenî