Krîza desthilatdariyê avakirina Konseya Rêveberan û piştrastkirina kuştina fermandarên asta jor

Piştî kuştina Elî Xamîney, Îran ket nava valahiyê, serokê Meclîsa Îranê ragihand ku Konseya Rêveberan ava kirine. Di heman demê de medyaya girêdayî Muhafizên Şoreşê, piştrast kir ku hinek fermandarên asta jor ên leşkerî hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Îro bi piştrastkirina kuştina Rêveberê Komarê Îslamê ya Îranê Elî Xamîney û avabûna valahiya rêveberiyê li welat, serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bekir Kalibaf di peyama bi dîmen weşand de, ragihand ku heta kesek were hilbijartin Konseya Rêveberan ava kirine.

Muhammed Bekîr Kalibaf bal kişand ser avakirina konseyê û got: “Em ji hemû senaryoyan re amade ne.”

Di heman demê de medyaya fermî ya Îranê, piştrast kir ku hinek fermandarên asta jor ên leşkerî di êrîşên hevpar ên Îsraîl û DYE’yê de hatine kuştin.

Serfermanderê Giştî yê Leşkerî Seyyîd Abdurrahîm Musavî, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê Muhammed Pakpur, şêwirmendê serfermandarî û sekreterê Konseya Parastinê Elî Şemhanî, Wezîrê Lojîstik ê Hêzên çekdar û parastinê Azîzî Nasirzade, di nava kesên kuştina wan hatin ragihandin de cih digrin. Kuştina van kesan ji aliyê ajansa nûçeyan a ÎRNA’yê ya girêdayî Muhafizên Şoreşê ve hat ragihandin.

Medyaya Îsraîlê diyar kir ku zêdetir fermandarên Îranê û rayedar hatine kuştin, ÎRNA’yê diyar kir wê piştre navê kesên din jî eşkere bikin.