Alia Ramîn: Bedela şerê Pakistan û Afganistanê gel dide
Di êrîşên dawî yên Pakistanê yên li ser Efganistanê de, hedefgirtina sivîlan nîşan dide ku têkoşîna ji bo hêzê ya di navbera Pakistan û Efganistanê de didome û gel bê parastin bi êş û koçberiyê re rûbirû maye.
BEHARAN LEHÎB
Efganistan – Êrîş û şerê Pakistanê yê li ser Efganistanê, ne şerê gelê Efganistanê ye, bi gotina gel; “Ev şer di navbera mezinê şer û xulamê wê de ye.” Dema ku em li dîroka Efganistanê dinêrin; dibînin ku olperest û komên tundrew tu carî li van axan nebûne xwedî paşerojeke dirêj û domdar.
Piştî derbeya (7’ê Gulanê) 7 a Sevr 1357 (1978) wekî ku em gelek caran dibêjin, li Efganistanê serdemeke tarî dest pê kir û welat ji aliyê Sovyetê ve hat dagirkirin. Li çar aliyên welat, jin û mêr, bê çek şer kirin, li Kabîl û bajarên din serhildan çêbûn û her yekê ji wan mohra xwe li dîrokê da.
Emerîka û Erebistana Siûdî ji hevkariya Pakistan û Îranê sûdê girtin; li Pakistanê di bin navê “heft” li Îranê di bin navê “Heşt” de partiyên olperest ên îslamê ava kirin. DYA’yê çekên herî nûjen da û derfetan ji wan partiyan re pêşkêş kir. Mirovên demokrat û welatparêz jî bi zikê birçî, di serma û germe de bê çek şer kirin. Bi saya derfetên ku DYE’yê da wan partiyên olperest, her çû di nava gel de bûn xwedî hêz û hewl dan ramanên olperest belav bikin.
Bi destên partiyan zulm û zorê li ser gelê Efgan barandin
Di merheleya pêşîn de, bi hikumeta kukla ya alîgirê Sovyetê, li dijî rewşenbîr, mamoste, xwendekar, hîndekarên zanîngehê û hemû kesên ku ji bo xwe bi xeter dîtin, komkujiyan kirin. Gelek ji wan hatin kuştin an jî windakirin. Dema ku mirov li gundên Efganistanê digere, dibîne ku di şerê 14 salan li dijî Sovyetan berdewam kir de, ji aliyê partiyên olperestên hişk ve mirovên li herêmê û yên xwenda ji aliyê wan partiyan ve hatine windakirin.
Gulbeddîn Hikmetyar, lîderê Partiya Îslamî û yek ji komên olperest e. Yek ji dirûşmên wî wiha bû: “Li aliyekî Şuleyî (çepgir û demokratên Efgan), li aliyê din ger Sovyet hebe, peşî Şuleyiyan bikuje dûre Sovyet.” Van partiyan li Efganistanê hem gelek mirovan kuştin em jî li bajarê Peşawer ê Pakistanê ji van partiyan re destûr hatibû dayîn ku mirovan bavêjin girtîgehê, îşkence bikin. Her wiha destûra avakirina cihên înfazê jî ji wan re hatibû dayîn.
Bi sedan Efganinên muxalif li Pakistanê hatin revandin û kuştin
Li gorî şahidan, girtîgehek Hikmetyar li Peşawerê ku weke kampa penaberan xuya dikir hebû. Komîteyek ku di navbera Hikmetyar, îstîxbarata Pakistanê (ISI) û dewleta Pakistanê de hatibû avakirin, der barê çarenûsa Efganên ku hatibûn revandin de biryar didan. Biryara dawî gelek caran Hikmetyar dida û fermana înfazê dida. Bi sedan Efgan, muxalif li Pakistanê hatin revandin û kuştin. Mînak lîdera Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) Meena û du hevriyên wê hatin kuştin.
Piştî têkçûna Sovyetan û hilweşîna hikumeta kukla, van partiyên olperest, 8’ê Sevra (Gulan) 1371’ê (1992) ketin Kabîlê. Komkujiyan kirin, mal û milkên welat talan kirin û li bazarên Peşawerê firotin. Artêş belav bû, bi hezaran mirovan, ji bo parastina can û namûsa xwe welat terikandin. Ji dayîkên 70 salî heta zarokên 7 salî gelek kes rastî tecawizên komî hatin.
DYE û Pakistanê vê carê jî ji nava partiyên olperest komek ava kirin: Ew jî Talîbûn bû. Tora Hakkanı ya ku îro li Efganistanê heye û li cîhanê tê nasîn jî yek ji komên wê serdemê ya ku navenda wê Peşawer e bû
Efganistan bû qada înfaz û hovîtiyê
Talîbanê di pêvajoya desthilatdariya xwe ya pênc salan de li ser xirbeyên Efganistanê, bi taybetî li Kabîlê hukum kir. Perwerde û xebat ji bo jinan hat qedexekirin, derketina wan ji malê bêyî mêr hat qedexekirin. Stadyuma Kabîlê her roja Înê bû qada înfaz û jêkirina lebatên mirovan. Cenazeyên mirovan ji bo bibin “îbret” bi rojan daliqandî man. Bi sûcdariya zînayê jineke bi navê Ruzmîne roja Înê hat înfazkirin.
Wê serdema ku kişandina wêne û vîdyoyan qedexe bû jî; jinên bi cesaret ên RAWA’yî van sûcan belge kirin. Gelek rojnamegerên biyanî burka li xwe kirin, ketin welat û bi hevkariya bi RAWA’yê re belgeyan berhev kirin.
DYE piştî êrîşa 11’ê Îlonê bi bombebaranê ket Efganistanê
7’ê Cotmeha 2001’ê piştî êrîşên 11’ê Îlonê DYE bi bombebaranê ket Efganistanê û di nava hefteyek de hikumeta Talîbanê hilweşand. Heta sala 2005’an gotinên demokrasî, azadî, edalet, mafên jinan û têkoşîna bi terorê re ketin rojevê lê gelek ji wan tenê weke dirûşm man. Xizanî, bêkarî, gendelîtî û şîdeta li dijî jinan zêde bû. Talîban ji nû ve bû xwedî hêz. Di Tebaxa 2021’ê de hikumeta Eşref Ganî û Abdullah hilweşiya û careke din Talîban hat ser desthilatdariyê. Olperestênhişk ku 20 salan gelek xirabî kirin û diviyabû bihatana darizandin, meqamên herî bilind dagir kirin.
Çend meh berê Pakistanê, Kabîlê û hinek bajaran bombe kir, gelek sivîl hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Rêveberiya Talîbanê pêşî got ku teqîn ji ber tangêra şewateyê çêbûye lê şahidan vê derewand. Pakistanê jî eşkere kir ku milîtanên Pakistanî yên li dijî Talîbanê hatine hedefgirtin. Tê gotin ku ev îdia jî rast nîn e.
Êrîşên li ser bajarên Efganistanê didomin
Paşiya meha Sibatê balafirên şer ên Pakistanê, êrîşê Nangarhar û Paktîkayê kirin. Li Nangarharê 18 kes mirin; 15 jê ji heman malbatê bûn. Ji wê şevê ve heta niha li Kabîl, Nangarhar, Kunar, Pençşir, Kapisa, Host, Paktia, Paktika û Qendeherê dubare êrîş çêdibin sivîl bêmal dimînin.
Li gorî nûçeyên medyaya dîjîtal gelek sivîl hatine kuştin lê Talîban jî îdia dike ku leşkerên Pakistanê hatine kuştin. Pakistan jî dibêje ku milîtanên Talîbanê hatine kuştin lê kesên hatine kuştin gelê Efgan û Pakistanî ye. Li herêma sînor pevçûn didomin.
Li gorî pisporan, nelihevkrinên di navbera Pakistan û Hindistanê de ji destpêka avabûna welat ve hene. Hewldanên nêzikbûna rêveberiya Talîbanê ya bi Hindistanê re Pakistanê aciz kiriye û Pakistanê hebûna TTP’ê ya li Efganistanê hincet nîşan da û dest bi êrîşan kir. Gel jî dibêje: “Marê ku tu di hembêza xwe de xwedî bikî dê rejek bi te ve vede.”
‘Em ji aliyê Emerîka û Pakistanê ve hatin avakirin’
Fermandarekî Talîbanê Mewlevi Fazl Ahmed jî wiha dibêje: “Emerîka û Pakistanê me ava kirin; niha çima êrîş dikin? Derfetên me û artêşeke me ya weke ya Pakistanê tune ye. Hêviya me tenê Xweda ye.”
‘Riya rizgariya gelê min têkoşîna li dijî sûcdarên hundir û derve ye’
Aktivîsta jin a Pençşirî Aliye Ramîn jî wiha dibêje: “Bi van êrîşan careke din gelê me, bi taybetî jin û zarok dibin hedef. Min qet nebihîst ku kesek ji malbatên lîderên Talîbanê hatibe kuştin. Ew êşa gel hîs nakin. Nêrînên bê hêvî yên zarokê ku li Nangarharê malbata wî hat kuştin fam nakin.”
Aliye Ramîn wiha bi dawî dike: “Riya rizgariya gelê min, têkoşîna li dijî sûcdarên hundir û derve ye. Divê pêşengî di dest jinan de be tenê wê demê dê azadiya rastîn û aştî çêbibe.”