Krîza avhewayê: Hewaya germ metirsiya jiberçûnê zêde dike

Di salên dawî de bi kûrbûna krîza ahvehewayê re bûyerên hewayê yên dijwar bandorê li pêvajoya ducaniya jinan dike. Lêkolîn derdixe holê ku germahiya zêde rêjeya jiberçûnê zêde dike.

Navenda Nûçeyan- Lêkolînên li seranserê cîhanê nîşan dide ku guherîna avhewayê û hewaya dijwar bandorê li aliyên cuda yên pêvajoya ducaniyê û jiberçûnê dike.

Li gorî xebata Rêxistina Tendirûstiyê ya cîhanê bi sernavê “Dayikan, tendirustiya zarok û yên nû ji dayik bûne, ji bendorên guherîna avhewayê biparêzin” li gelek herêmên cuda yên cîhanê jinên dû canî, ji ber guherîna avhewayê û bûyerên dijwar ên hewayê neyênî bi bandor dibin. Jin bi taybetî li hemberî hewaya gelek germ û nexweşiyên ku ji mêşan digihîjin mirov bê parastin in.

Ev rewş dibe sedema pirsgirêkên diyabetê di dema ducaniyê de, xirabûna hipertansif, welidîna zû û jiberçûnê, li ser çavkaniyên giherîna avhewayê di encama bandora neyênî de jinên ducanî û di pitikan de li dijî kêmaniya xwedîbûnê, av û kêmaniya paqijiyê têdikoşin, pirsgirêkên derûnî dijîn. Bi taybetî balê tê kişandin ku di jinên ducanî de rêjeya jiberçûnê zêde dibe.

Li Bangladeş, Îtalya û Çînê bi beşdariya pisporan di lêkolînên li herêmên peravî yên Bangladaşê hat kirin de hejmara jiberçûnê ya di demên ku derceya hewayê 28-30 bû, ji hejmara jiberçûnê ya di demên pile 16-21 de ji sedî 25 zêde bûye. Hat diyarkirin ku jiberçûn bi giştî di hefteya 8- 14 ya ducaniyê de tê dîtin.

Zêdeyî 600 daneyên welidînî hatin lêkolînkirin

Di lêkolînek di sala 2022’an de ku ji aliyê Zanîngeha Neteweyî ya Arkeolojî ya Avustralyayê û beşa Antropolojiyê ve hat kirin de, bûyerên hewaya dijwar ku krîza avhewayê, dijwar kiriye li ser dûcaniyê bandorê çêdikin. Di navbera salên 2008-2018’an de di lêkolîna ku li herêma Queensland daneyên zêdeyî 600 welidînan hat lêkolînkirin, li herêmê silonên tropîk ên tên jiyîn lê bandora pêvajoya ducaniyê hat nêrîn. Bi jinên ducanî ku di demên zû yên ducaniye de rastî tropik hatin û jinên ducanî yên ku qet rastî Siklonê nehatin anîn ba hev. Di jinên ku di demên Siklon de ducanî derbas kirin metirsiya welidîna zû zêde bûye.

Şewatên daristanan bandorê çêdikin

Li aliyê din der barê bandora pêvajoya ducaniyê di şewatên daristanan de xebata ku ji aliyê akademîsyenên zanîngeha Monash a Avustralyayê ve hat meşandin de di navbera salên 2015-2019’an de 330 hezar û 884 ducaniyên li New South Wales hat qeydkirin hat lêkolînkirin. Li gorî encamên xebatê di dema ducaniyê de ji ber şewata daristanan dayikên ku rastî madeya partîkul a zirav tên ji sedî 14,3 welidîna zû, ji sedî 8,04 zarok ji ber wan diçe.