Krîza aborî ya Lîbyayê: Di nava polîtîkayên bêserûber de ye

Di nava zêdebûna pirsgirêkên aborî û siyasî de Lîbya piştî biryarên dawî yên ku bûne sedema rexne û fikaran, bi pêleke nû ya fikarên raya giştî re rûbirû ye.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Aboriya Lîbyayê ji ber krîzên siyasî û nakokiyên navxweyî bi pirsgirêk û aloziyan re rûbirû ye. Pispor hewcedarî bi pejirandina reformên berfireh dibînin ku edalet û domdariya aborî pêşve bibin û civaka sivîl jî roleke girîng di pêşvebirina polîtîkayên hevsengtir û dadwertir de dilîze. Di nava vê aloziyê de hikûmetê biryarên derbarê sererastkirina rêjeya danûstandina dolar ji bo cara duyemîn û sepandina bacên zêde li ser firotina diravên biyanî ragihand. Ev tedbîr kûrahiya bêhevsengiyên avahîsaziyê di aboriya Lîbyayê de nîşan didin.

Bandorên li ser polîtîkayên darayî û perspektîfên aborî

Endezyar û pispora di pêşketina navneteweyî û pergalên enerjiya nûjen de Erîc Ferac El-Sanûsî diyar kir ku ev tedbîr weke bertekek li hemberî zextên ji zêdebûna daxwaza pereyê hişk û xirabûna lîkvîdîteyê (tiştên ku bi hêsanî vediguherin pere) derdikevin ku ji ber gendeliya sazûmanî ya berdewam û nebûna ewlehiyê zêde dibe û got: "Ev nîşane wê ramanê xurt dikin ku aboriya Lîbyayê hê jî ji hêla bertekên demkî ve tê birêvebirin ne ji hêla biryarên agahdar ve ku rasterast bandorê li îstîqrara bazarê û baweriya welatiyan dike. Bandora van polîtîkayan li ser bazara danûstandinê dest pê kir. Ji ber ku sepandina bacên nû bûye sedema zêdebûna buhayê kelûpelên hawirdekirî. Ev jî bû sedema kêmbûna hêza kirîna welatiyên Lîbyayê."

Dadmendiya aborî û rola civaka sivîl

Erîc Ferac El-Sanûsî da zanîn ku daxwaza kêmkirina xercên giştî bi taybetî der barê mûçeyên zêde yên parlamenter, wezîr û mîsyonên dîplomatîk de, daxwazek rewa û adil e û krîza aborî bi dawî dike. Erîc El-Sanûsî wiha axivî: "Edaleta civakî hewce dike ku tedbîrên teserufê ji jorê dest pê bikin, ne ji berîka welatiyan. Girîng e ku lêçûn bi awayekî hizirkirî werin kêmkirin, ji ber ku her kêmkirinek ne plankirî dikare zirarê bide têkiliyên navneteweyî yên Lîbyayê, hem ji hêla darayî ve hem jî ji hêla siyasî ve. Rêxistinên civaka sivîl jî roleke girîng di pêşvebirina polîtîkayên aborî yên dadwertir û domdartir de dilîzin, ji ber ku bandora qadê dikare bi yekkirina hewldanan û balkişandina ser berjewendiyên hevpar ên Lîbyayiyan dûrî aloziyên siyasî, were zêdekirin."

Bêîtaetiya sivîl girîng e

Erîc El-Sanûsî tekez dike ku digel bilindbûna rêjeya danûstandinê, bangên ji bo bêîtaetiya sivîl wek rêbazek protestoya aştiyane li dijî polîtîkayên aborî derketin holê û wiha domand: “Tevî ku bi awayekî eşkere ji hêla qanûnê ve nayê naskirin jî bêîtaetiya sivîl di çarçoveya azadiya ramanê de rêbazek rewa dimîne, bi şertê ku ew aştiyane be û bi kiryarên vandalîzmê re nebe. Serkeftina bêîtaetiya sivîl bi tevahî bi asta rêxistinbûn, dîsîplîn û yekîtiya daxwazan ve girêdayî ye. Ew dikare bibe amûrek bi bandor a zextê ku ji bo guhertinên erênî dimeşe, lê ger rêberî û vîzyonek zelal tune be, ew dikare bibe kaos.”

Vîzyonek ji bo reformên aborî û vegerandina îstîqrarê

Der barê pêşeroja aboriya Lîbyayê de, Erîc El-Sanûsî destnîşan kir ku asoyeke tarî xuya dike heya ku guhertinek radîkal di rêbaza heyî ya ku daxwaza pejirandina reformên berfireh dike çênebe. Erîc El-Sanûsî wiha got: “Ji nû ve avakirina saziyên dewletê û xurtkirina rêveberiya baş ji bo rizgarkirina aboriya Lîbyayê ji gefa hilweşînê girîng in. Her reformeke rastîn divê li ser vîzyonek stratejîk a zelal be ku domdariya darayî û pêşketina aborî ya bi bandor mîsoger bike. Divê gavên ku barê li ser komên herî bi bandor sivik bike bên avêtin weke dabînkirina alîkariya darayî ji bo xizanan û stabîlkirina bihayên kelûpelan û destpêkirina diyalogeke aborî ya neteweyî ku hemû aliyên pêwendîdar tê de cih bigrin. Serkeftina vê diyalogê girêdayî beşdariya civaka sivîl, sendîka, qada taybet û pisporên herêmî dê pêk were. Ev gav dê li Lîbyayê xurtkirina aramiya siyasî û civakî bi pêş bixe.”