Krîza aborî li Sûriyeyê civakê ber bi felaketê ve dibe

Krîza aborî ya kûr a li Sûriyeyê jiyana civakê xistiye nav rewşeke felaketê. Rêvebera Mala Jin a bajarê Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê Hedla Yûnis bal kişand ser bandora wêranker a krîza aborî ya li ser jinan.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Sûriyeyê îsal krîzeke aborî ya giran dikşîne ku xizanî ji sedî 90 nifûsa giştî derbas dike û hêza kirînê jî kêm bûye, ji ber ku bihayê herêmî bi berdewam û metirsîdar dadikeve. Ji ber encama şerê ku zêdetirî 15 salan dirêj kiriye, herêm bi giştî wêraniyek ne normal a berfireh dijî û binesaziya wê hatiye bêbandor kirin. Ji lewre li Sûriyeyê bi giştî bi milyonan kes jana bêewlehiya xwarinê dikşînin.

Tevî veguherînên siyasî yên mezin, hilweşîna rejîma berê, derxistina Sûriyeyê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê û rakirina Qanûna Sezar, hê xelkê Sûriyeyê di bin xeta xizaniyê de dijîn. Ligel kêmbûneke berbiçav a hêza kirînê û zêdebûneke berdewam a rêjeyên enflasyonê.

Krîza aborî bûye sedema ku li Sûriyeyê çendîn kes dawî li jiyana xwe bînin, çimkî nikarin deynên ku li ser wan kom bûne bidin an jî pêdiviyên sereke ji malbata xwe û zarokên xwe re peyda bikin. Li aliyekî din jî krîza aborî ya ku xizaniyê bi xwe re tîne rasterast bandorê li jiyana jinan dike.

Rêvebera Mala Jin a bajarê Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê Hedla Yûnis ji ajansa me re behsa bandora krîza aborî li ser hevgirtina malbatê kir ku çawa di vê rewşê de bikaribin alternatîfan ava bikin.

‘Hatina cîhadîstên HTŞ’ê rewşa Sûriyeyiyan gelek zehmet kiriye’

Hedla Yûnis got ku piştî hatina cîhadîstên HTŞ’ê li ser desthilatdariyê Sûriyeyê bi rewşek gelek zehmet re derbas dibe û wiha bal kişand ser pirsgirêkên ku gel dikşînin û wiha berdewam kir: “Îro xizmetên bingehîn ku pêwîstiya her malbatê ye ji sotemeniyê û heta pêdiviyên din qut in. Pêdivî hebû ku ev hikûmet li gel guhdar kiribûya, êşên wan binesaziya û derfetên jiyanê ji bo wan pêşkêş kiribûya. Li şûna ku gel xweşî bijiya di serdema hikûmetê de jiyana wan tarî bûye.”

Li pêşberî Sûriyeyiyan sê bijarte hene!

Hedla Yûnis da xuyakirin ku ji ber krîza aborî barê civakê girantir e û bûye sedem ku kes li vir dawî li jiyana xwe tînin û wiha berdewam kir: “Li herêmê çend kes ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe anîn û ev ligel ku koçberiyek zêde ji herêmê ber bi dewletên cîran ve çêdibin. Yan divê ku hikûmet were hilweşandin an jî li dijî hikûmeta ku cîhadîst wê birêve dibin, gel şoreşek din li dar bixin û bikaribin xwe bi xwe birêve bibin. Bijarteya herî guncaw ew e ku gel bi xwe rêveberiya xwe bike. Êdî rewşek wiha tê jiyîn ku mirov ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe tînin, çimkî nikarin pariyeke nan ji bo malbata xwe bi awayê bi rûmet peyda bikin.”

‘HTŞ’ê hebûna jinan ji qada aborî dûr dixe û nasnameya avakiribûn ji wan digrin’

Hedla Yûsin xweserbûna jinan di heyama Rêveberiya Xweser di qada aborî de bi bîr xist û rewşa ku niha jin gihîştinê anî beramberî hev û wiha encama wê got: “Jin li deverên di bin serweriya hikûmeta demkî de êdî ji qada aborî tên dûrxistin û rê nayê dayîn ku di qada aborî de xwedî rol û biryar bin. Jin li Rojava heta astekê biçûk vê serxwebûna xwe ya aborî diparêzin lê li herêmên ku ketin bin serweriya cîhadîstên HTŞ’ê ji Şedadê heta Reqqa yê, jin vê azadiya xwe ji dest didin. Jin li beramberî kiryarên hikûmeta demkî bi helwest in. Niha jin zehmetiyên xeternak dikşînin lê ji ber nebûna çapemeniyek azad li wan deveran rastî bêyî nixumandin û pînekirin ji raya giştî re nayê ragihandin. Bi aboriyê azadiya jinan tê desteserkirin û xeniqandin.”

‘Krîza aborî bandorê li jinan dike’

Hedla Yûnis da zanîn ku krîza aborî bandorê li jinan dike û rêjeya tundiya psîkolojîk û fîzîkî heta kuştinê li ser wê zêde dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Jin li malan rû bi rû yê tundiyê tên, ev rewşek xeternak e. Êdî rewşa jinan li Sûriyeyê ber bi felaketê ve diçe. Rewşeke wisa ye ku bandorê li hevgirtina malbatê, jin û zarokan jî kiriye. Jin di vê rewşê de nikarin pêwîstiyên zarokên xwe ji aborî heta tendirustiyê bi cih bînin, an jî avahiyan ava bikin. Divê bi têgihîştina jin û mêr malbat bizanibin çawa li dijî krîza aborî li ber xwe bidin. Şerekî aborî yê giştî heye lê ya herî sereke yê zirar dibîne, jin e.”

Bila bendewariyên we ji mêran û hikumetê nebin bi xwe projeyên xwe bi pêş bixin’

Hedla Yûnis di berdewamiya axaftina xwe de da payîn ku jin di navbera pencên hişmendiya baviksalar, mêrsalar û hikûmeta ku hebûna wan nas nake de têkoşîneke bênavber divê bidin meşandin û bi vê awayî gotinên xwe dawî dike:  “Divê ku jin jî li hemberî vê krîza aborî projeyên biçûk di malên xwe bi pêşengiya komînê bi pêş bixin û ava bikin. Bila jin dest bidin hev û bi sazî û dezgehên jinan re di nava pêwendiyan de bin û bikaribin bi hev re krîza aborî sivik bikin. Bendewariya ji mêran û hikûmetê bêçareserî û mirin e, em bi xwe bikaribin dest bidin hev û xwe ji krîzê derbixin.”