Koye pişgirî da berxwedana Rojava û Rojhilatê Kurdistanê
Ji bo piştevaniya berxwedana kurdên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li Koye çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza bidawîkirina dagirkerî û parastina serweriya xaka Kurdistanê hate kirin.
ŞIYA KOYE
Koye – Bi beşdariya hejmarek welatiyên navçeya Koye ya ser bi bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, ji bo piştevaniya berxwedana gelê Kurd li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyek hat lidarxistin. Jinên beşdarî çalakiyê bûne ji ajasa me re axivîn.
Jînda Xelîl ku li navçeya Koye dijî wiha got: “Ji bo em piştevaniya berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bikin, em hatine vêderê. Em li dijî vê hovîtiya li ser gelê xwe bêdeng nabin. Bijî Kurd û Kurdistan.”
‘Em nahêlin Kurd werin tunekirin’
Sîdra Mihemed a ji Rojavayê Kurdistanê ye, desteka xwe ya ji bo berxwedana li Rojava anî ziman û wiha got: “Em her tim li gel gelê Rojava ne. Em tu caran rê nadin Kurd werin tunekirin. Dema me dît şervana jin ji avahiyê avêtin xwarê, cergê me hemû jinan şewitî. Jinek jîr û bi hêz bû. Em tu caran teslîm nabin, heta dilopa xwîna me maye, emê şer bikin.”
‘Kurd dê hertim li dijî êrîşan serî rakin’
Serwîn Elî jî berxwedana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi bîr xist û wiha got: “Wek Kurdek, em serê xwe li ber şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd Şehîd Ziyad Heleb, Denîz û hemû şehîdên rêya azadiyê ditewînin. Tiştê li Rojavayê Kurdistanê diqewime, ne tenê êrîşek ji bo parçekirina Kurdistanê ye, tevahî Erebên DAIŞ û eşîrên ereb û dagirkeriya Tirkiye çavê xwe berdane ser destkeftiyên Kurdan. Lê belê bila baş bizanin, Kurd her tim li ser linga ne û heta neghîje armanca xwe dê nesekine.”
‘Em qebûl nakin kes erdê me dagir bike û me qetil bike’
Suêl Osman diyar kir ku li dijî êrîşên rejîma Ehmed Şera yê DAIŞ’ê ku bi hevkariya serokkomarê dewleta Tirk Erdogan beşdarî çalakiyê bûye û wiha got: “Em piştevaniya Kurdên Rojava dikin, her tim di dilê me de ne. Em bang li civaka navnetewî dikin ku li dijî êrîşên ser Kurdan bisekinin, ji ber dijmin jin û zarokan û hemû kesan qetil dikin. Karesatek mezin e. Em qebûl nakin kes erdê me dagir bike û me qetil bike. Ez di wê hêviyê de me xwişk û birayên me li Rojava bighîjin serxwebûna xwe û li her çar aliyên Kurdistanê, Kurd bighên armanca xwe. Niha jî li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan didome, ez diwê hêviyê de me ew jî bighên armanca xwe.”