Kovara Ozgur Halk dest bi weşana dijîtal kir

Kovara Ozgur Halk dest bi weşana dijîtal kir. Di yekem hejmara kovarê de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, wek heşt beşan bi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.

Navenda Nûçeyan- Kovara Ozgur Halk dest bi weşana dijîtal kir. Di yekem hejmara kovara mehane de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt.

Yekem hejmara dijîtal a kovara ku ji Mijdara 1990’î ve wek weşaneke siyasî, teorîk û çandî tê weşandin, bi sernavê "Serûbinbûnên herêmî û Pêvajoya Civaka Demokratîk" hate weşandin.

Di yekem hejmara kovara mehane de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo cih girt. Manîsfesto, weke heşt beşan bi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.

Her wiha di hejmara yekem de nivîsên têkildarî mijarên civaka demokratîk, neteweya demokratîk, sosyalîzm, azadiya jinan û ekolojiyê cih girtin û beşeke mezin a naverokan ji xebatên ku ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan hatine wergirtin, pêk tê.