Kovara Jinê bi berga ‘Civakîbûna aştiyê û têkoşîna jinan’ derket
Hejmara 157’an a Kovara Jinê bi berga “Civakîbûna aştiyê û têkoşîna jinan” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 157’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê bi awayek onlîne tê weşandin vê hefteyê bi berga “Civakîbûna aştiyê û têkoşîna jinan” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de bal kişand ser veguherîna civakî ya li ser esasê aştiyê û avakirina civaka demokratîk ji hêla perspektîfa têkoşîna jinan.
Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:
* Bi hûnandina berxewdanê pêşwazîkirina berbangê / Ayşegul Ayaz
*Têkoşîna Salekê ya BÎV’ê ya li dijî zext, şer û tundiyê / Yasemîn Ozgun
*Ji gotina ‘Pergaleke din pêkan e’ wêdetir: Banga 27’ê Sibatê / Bêrîvan Elter
*Ên li ser sînor sînoran derbas dikin / Aylîn Karakaş
* Li Rojava avakirina civakî: Gundê Jinwarê / Bîrgul Daş