Kovara Jinê bi berga 'Berxwedan û Azadî' derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga "Jin hem ji bo berxwedan û hem jî di aştiyê de ber bi azadiyê ve dimeşin" derket.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê ya ku bi dîjîtal weşanê dike, di hejmara xwe ya 107'an de bal kişand ser têkoşîna ku jinan ji bo azadiyê daye û têdikoşe. Kovara Jin vê hefteyê bi berga “Meşa Jinan a Azadiyê hem ji bo Berxwedan û hem jî ji bo Aştiyê” derket. 

Hemû sernavên hejmara nû wiha ne: 

Ev bang ji bo jiyana azad a jinê ye   / Rûşen Seydaoglu 

Azadiya jinan:Ronesansa  civaka demokratîk / Gulizar Îpek 

Newroz: Azadiya Agir û Berxwedana Jinê / Fatoş Stêrk 

Bêhna sêvê ya sedsala 20'emîn  / Rojbîn Deniz

Roja jin dibêjin êdî bes e  / Oya Açan