Kovara Jin bi berga ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derket
Hejmara 80’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/09/20240908-20240908-823x463cc-ist-08-09-24-jin-dergi-yeni-sayi-jpeg1f19da-image-jpg88a0c5-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe hejmara 80’emîn a vê hefteyê bi berga ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derket. Di vê hejmarê de kovar li ser berxwedana li dijî 12’ê Îlonê û sûcên îşkenceyê disekine.
Nivîsên divê hejmarê de cih girtin wiha ne:
“*Ji zindanên Amedê heta zindana Îmraliyê avakirina wateyê û berxwedêrî - Newroz Uysal Aslan
*Berxwedana pêl bi pêl belav bûyî: Greva birçîbûnê ya 12’ê Îlonê - Ayşe Newroz
*Hilweşandina keleha quretiyê - Derya Aslan
*Ji bo pêşerojeke hevpar hevrûbûna bi rabûrdiyê re - Ebru Gunay
*Eylul - Yuksel Mutlu
*Dorpêçkirina keda biheqdest-nebiheqdest, têkoşîna çînî û Marksîzm - Hulya Osmanagaoglû