Kovara ‘Afaq Al-Mara’ dengê jinên Kurd û Ereb dighîne hev
Kovara ‘Afaq Al-Mara’ ku bi zimanê Erebî weşanê dike, bala jinên welatên wek Mexrib, Tûnis, Lubnan, Misir û Yemenê kişandiye. Kovar xwe amade dike ku li Rojava, Sûriye û seranserî Rojhilata Navîn bighîje ber destê xwendevanên xwe.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Afaq Al-Maraa di sala xwe ya çaremîn de veguherî kovareke civakî, bîrdozî û çandî. Piştî 3 salan Kovara “Afaq Al-Maraa” hejmara xwe ya 18’an û ya nû, piştî guhertinên di avahîsaziya xwe de çêkiriye, bi sernavê “Entegrasyona Demokratîk” çap dike. Hejmara nû di demek nêz de wê bighêje xwendevanên xwe.
Kovar di siyaseta xwe ya weşanê de çend guhertinan çêdike. Ji kovareke çandî, siyasî û bîrdozî dibe kovarek civakî, çandî û bîrdozî. Her wiha hejmara rûpelên kovarê kêm dike û bêyî dirêjkirina nivîsên girîngiyê dide cewhera dozan.
Di çareserkirina dozên bingehîn de bandora kovarê
Edîtora Kovara Afaq Al-Mara Dîlan Osman di destpêkê de got ku Afaq Al-Mara destkeftiyek mezin a jinan e çimkî bi destê jinên ji gelek netewan tê nivîsandin û wiha domand: “Pêwîstiya jinên herêmê hebû ku kovarek bi zimanê Erebî, hemû jin bikaribin nêrîn, tecrûbe, zanebûn û nêrînên wan yên siyasî, civakî û çandî binivîsin û belav bikin, hebe. Êdî jin dikarîbûn rojevên jinan çêkin û dozên xwe azad nîqaş bikin. Her çiqasî temenê kovarê kin be jî lê ji ber dozên siyasî, civakî û bîrdozî dianî cem hev, dikarîbû ferqa xwe zû deyîne holê û bandora xwe li ser rojevên jinan çêke.”
Ji bo tecrûbeyên hevpar û xwînerên nû platformeke azad
Dîlan got ku kovara wan dikarîbû jinan ji gelek welatan bîne cem hev da ku bi hev re bihizirin û li çareseriyên dozên bingehîn yên jinan li welatên wan bigerin û bibînin. Dîlan wiha pêl da gotina xwe: “Aktivîstên jin yên li Mexrib, Tûnis, Lubnan, Misir û Yemenê yên ku dixwestin li welatên xwe di rewşa jinan de guhertinan çêkin, dikarîbûn bi rêya nivîsên di kovarê de ji tecrûbeya Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûd bigrin. Jinên ku nikarîbûn werin Rojava, li ser medyaya civakî têkilî bi me re ava dikirin. Lê şopîner û xwînerên kovara me ne tenê jin in, mêr jî dixwînin. Ya herî girîng ew e ku me dikarîbû pênûsa jina azad çêkin. Kovara me platformek azad da jinan ku nêrîn, pêşinyar û tecûrbeyên xwe azad binvîsin, bêyî ku heta vexwendinek ji wan re ji aliyek fermî ve biçe.”
Ji siyasatê ber bi civakê ve: Guhertina naverok û formatê
Dîlan da zanîn ku ew amadekariya çapkirina hejmara 18’an dikin, bi van gotinan bal kişand ser guhertinên ku bi vê hejmarê re çêkirine û qala qonaxa nû ya ku wê dest pê bikin: “Me pêwîstî dît ku em di avahîsaziya kovarê de guhertinan çêkin. Li şûna zêdekirina rûpelan, me hejmara rûpelan kêm kir. Çimkî her çiqasî naverok dagirtî be nivîs hemû nayê xwendin. Berovajî wê em ê cewhera doz û mijarên dinvîsin dagirin. Tevî şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava diqewimin, hêza jinan a civakî li Sûriyeyê qels bû û ma. Ji ber vê yekê pêwîst bû ku kovar ji kovareke siyasî bo kovareke civakî bê guhertin.
Li hember rûxandina nirxên civakî em wek çapemeniya jinê xwe berpirsyar dibînin, ku li dijî van êrîşan bi helwest bin. Em hewl bidin di warê pîşeyî de xizmetekê ji bo jinan pêşkêş bikin û mafên wan biparêzin. Ji kovara siyasî, civakî û bîrdozî veguherî civakî, bîrdozî û çandî û dê çapa xwe ya 18’an bi nivîsa “Entegrasyona demokratîk” di demek nêz de, bighîje ber destê xwendevanan. Gelek girîng e ku jin bizanibe di entegrasyona demokratîk de çawa rol bilîze, çimkî ew ne tenê entegreyek di navbera du hêzên leşkerî an jî du welatan de ye, biqasî ku dozên jinan jî elaqeder dike.”
Banga piştgiriyê
Dîlan ji bo nivîskar û şopînerên kovara wan spasî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo wan nivîskarên ku ji gava destpêkê a kovarê heta niha bi me re dinvîsin, dihizrin û lêkolîn dikin, em hezkirinên xwe parve dikin. Em dikarin bi hev re bixebitin ku kovara Afaq Al-Mara bikin rêya çareseriya ji bo hemû dozên bingehîn ên jinan. Her wiha em dikarin bibin çirûskek di rêya azadiya jinê de. Afaq Al-Mara ji bo hemû jinan ji hemû netewan e, kîjan jin bixwaze dikare nivîsa xwe ji bo kovara me rêke û em ê bi dilxweşî bidin weşandin.”