Koordînasyona Jinan ji ber komkujiyan daxwaza cezakirina sûcdaran kir

Îro Koordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê bi adaxuyaniyekî binpêkirin û sûcên li dijî jin û zarokên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, şermezar kir û daxwaza cezakirina sûcdaran kir.

Qamişlo – Koordînasyona Jin a Meclisa Edaletê, Meclisa Gelan û Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê, li ber avahiya Meclisa Gelan çalakî protestoyî lidar xist.

Di çalakiyê de Koordînasyona Jinan a her sê meclisan li kijî êriş û komkujiyên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ya Helebê ku ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ve hatin pêkanîn, daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî ji hêla Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohat Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

“Em destpêkê berxwedêrên gelê xwe bi bîr tînin (Denîz Çiya-Ziyad Heleb-Rojbîn Hesekê-Dilbirîn Qamişlo-Feraşîn Efrîn-Leyla Qasim) û hemû şehîdên ku tevlî berxwdana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bûn. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re diwxazin ku bi moralekî bilind û derfetên sînordar tevlî berxwedanê bûn û li hemberî êrîşên hovane sekinîn.

Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rastî êrîşên sîstematîk û dûbarkirî û bêserûber ji aliyê hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk bi çekên giran hat. Ev êrîş li ser sivîlan, jin, zarok û kesên temen mezin hate kirin û hemû zagonên navnetewî hatin binpêkirin.

armancgirtina sivîlan, mal û avahiyên ku ji bo armancên mirovî û perwerdehî hatine destnîşankirin ji nexweşxaneyan û dibistanan ev sûcekî şer e. Binpêkirinek giran a zagonên navnetewî yên mirovî ye, li gor peymana Cenevre ya Çaran sala 1949 û lîsta peymana Lahayî sala 1907 û sîstema Roma destnîşan dike ye. Ku divê sivîl neyên armanc girtin û êrîşên bêserûber neyên kirin. Herwiha divê kuştin, îşkence an muameleya xerab neyê kirin. Divê êrişî personelên bijîşkî neyê kirin û rehîne neyên girtin. Wekî din tiştê ku hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk li ser van taxan ji kuştin û koçberkirina gelê Kurd ên li wir kirin, mebest qirkirin bû.

Em wekî rêxistina jinan li Kantona Cizîrê bi tundî van sûcan şermezar dikin û piştrast dikin ku pêkanîna van sûcan di hemû aliyên wan de ji aliyê hikûmeta veguhêz û dewleta Tirkî ve, li dijî Mirovahiyê ye.

Em bang li civaka navneteweyî, sekerterê giştî yê NY û dewletên garantor dikin ku piştî lêpirsînek zelal û serbixwe ya dozên wan, ji berpirsiyarên van tawanan hesab bipirsin û wan bibin ber dadgeha cezayî ya navneteweyî, ku desthilata wê li ser van tawanan heye.

Her wiha em daxwaz dikin ku Konseya Ewlehiyê ya NY berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî yên derbarê van binpêkirin û tawanên li dijî gelên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û saziyên sivîlan, bicih bînin.

Em dixwazin ku sûcdarê bi beden û termê Şehîd Denîz temsîl kiriye, ceza bikin. Ji ber ev kiryar piştrast dike ku yek ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Em bang li hemû rêxistinên mirovî û mirovahiyê dikin ku hewlên xwe ji bo eşkerekirina rastiyê û piştgiriya gel zêde bikin.

Em soz didin şehîdan heta armancên gel ên xwestî û serkeftin pêk werin, em ê li ser şopa wan bimeşin û ji birîndaran şifa dixwazin.”

Daxuyanî bi diurşmeya “Şehîd Namirin” bidawî bû.