Konseya Pirtûkên Zarok û Ciwanan ji bo zarokên girtî û di bin çavan de bang kir
Konseya Pirtûkên Zarok û Ciwanan, bi gelek saziyan re nameyek weşand û daxwaza demil dest berdana hemû zarok û ciwanên di bin 18 salî de û xwendekarên ku di xwepêşandanên Çileyê de hatine girtin, kir.
Navenda Nûçeyan – Konseya Pirtûkên Zarok û Ciwanan, bi hevkariya saziyên cuda re, ji Serokê Desteya Girtîgeh û Tedbîrên Ewlehiyê û Îslahê ya li Îranê nameyek fermî weşand û daxwaza demil dest berdana zarok û ciwanên di bin 18 salî de yên di xwepêşandanan de hatine girtin û binçavkirin kir.
Konseyê, diyar kir ku di nameyê de balkişand li ser qanûnan û ji bo kesên di bin 18 salî de balkişand li ser rêgezên parastin, sererastkirin, rehabîlîtasyon û dûrketina bêparkirina zarokan a ji azadiya wan kir. Kesên ku nameyê îmze kirin, balkişandin ser rêgeza "berjewendiyên baştir a zarok" û daxwaza sepandina herî zêde ya "rêyên qanûnî yên heyî, tedbîrên ewlehî û sivikkirinê, prensîba berpirsiyariya ne-sûcî û tedbîrên din ên parastinê" yên di qanûnên welat de tên pêşbinî kirin, kirin.
Konseya Pirtûkên Zarok û Ciwanan, ragihand ku kopyayên nameyê ji Wezîrê Dadê, Serdozgerê Giştî, Dozgerê Tehranê, Komîsyona Perwerdehiyê ya Parlamentoyê û Saziya Mafên Zarokan a Neteweyî re hatine şand û da zanîn ji bo bilezkirina doz û berdana girtiyên di bin 18 salî de hewildanên xwe didomîne.