Konseya Sendîkayên Mamosteyên Îranê navên 20 zarokên hatine qetilkirin eşkere kir

Konseya Koordînasyonê ya Sendîkayên Mamosteyên Îranê, navên 20 zarokên ku di xwepêşandanên seranserî yên Kanûn û Çileyê de hatine kuştin, di lîsteyekê de eşkere kir û diyar kir ku belgekirina qurbaniyên zarok dê berdewam bike.

Navenda Nûçeyan- Di demekê ku hûrguliyên derbarê çewsandina xwepêşandanên seranserî yên li Îranê de berdewam dikin de, Konseya Koordînasyonê ya Sendîkayên Mamosteyên Îranê daxuyaniyek da. Konseyê daxuyaniyê li ser medyaya civakî weşand û navên 20 zarokên ku di xwepêşandanên giştî de hatine qetilkirin, parve kir. Konseyê diyar kir ku ew bi malbatên xemgîn re hevxem e û ragihand ku ev lîste dê dema ku agahiyên pêbawer peyda bibin, were temamkirin û ji nû ve bê aşkerakirin. Li gorî daxuyaniyê, zarokên ku hatine qetilkirin, ji bajarên cuda yên welêt bûn. Di nav van bajaran de Tehran, Îsfahan, Kurdistan, Loristan, Kirmaşan, Yezd û Xorasan û Rezewî hene.

HRANA: 42 zarok hatin qetilkirin

Konseya Koordînasyonê ya Sendîkayên Mamosteyên Îranê, wêneyên van zarokan weşand. Ji aliyê din ve, ajansa nûçeyan a HRANA ku girêdayî Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ye, di rapora xwe ya herî dawî ku roja Pêncşemê bişev saet 2'yan de hate weşandin de, ragihand ku hejmara giştî ya zarokên ku hatine kuştin 42 ye. Li gorî daneyên di vê raporê de, hejmara giştî ya kesên ku mirina wan di xwepêşandanan de hatiye piştrastkirin, gihîştiye 5 hezar û 2'yan. Ev hejmar 4 hezar û 714 xwepêşander, 42 zarokên di bin 18 salî de, 207 endamên hêzên hikûmetê û 39 kesên ku beşdarî xwepêşandanan nebûne, vedihewîne. Her wiha, dosyayên 9 hezar û 787 mirinan hîn jî di bin lêpirsînê de ne.

NetBlocks: Înternet bi zanebûn tê birîn

Li gorî raporê, 7 hezar û 391 kes bi giranî birîndar bûn û hejmara kesên ku hatine girtin, gihîştiye 26 hezar û 852'an. HRANA her wiha ragihand ku 192 vîdyoyên îtîrafên bi zorê yên ji girtiyan hatine weşandin. Di heman demê de, qutbûna înternetê ya berfireh ku di 18’ê Kanûnê de dest pê kir, ketiye hefteya xwe ya sêyemîn.

Li gorî rêxistinên çavdêriyê yên navneteweyî yên mîna NetBlocks, ev bi zanebûn tê bicîhanîn da ku herikîna agahiyan kontrol bike û pêşî li belavbûna nûçeyên li ser çewsandina xwepêşandanan bigire. Vê qutbûnê ragihandina welatiyan, çalakiyên belgekirina serbixwe û karûbarên gelek karsaziyên înternetê bi giranî asteng kiriye. Di bersivê de, hikûmeta Îranê ku hejmara miriyên xwe li ser hejmarên kêmtir ên ku ji hêla Rêxistina Tiba Edlî ve hatine weşandin ava kiriye, hejmara miriyan wekî 3 hezar û 117 ragihand û komkujiyê kir stûyê "hêmanên terorîst".