Konseya Ewropayê der barê 'Mafê hêviyê' Tirkiyeyê hişyar kir
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kir ku di mijara biryara "îhlalkirina" ya DMME ya der barê Abdullah Ocalan de bê demildest nirxandinên girîng bên kirin.
Navenda Nûçeyan- Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bişert ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê jî Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. DMME’yê piştre jî ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan heman biryar da. Bi ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê hêj jî tu gav neavêtiye.
Piştî 3 salan careke din hate rojevê
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo cîbicîkirina biryara DMME’yê di 9’ê tTebaxa 2022’yan de serî li Komîteya Wezîran da. Tirkiyeyê jî bersiva serlêdanê da û got: “Mimkin e ku kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bişert werin berdan lê hinek sûcên îstîsnaî ji vê muef hatine girtin.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê Îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe.
'Divê mekanîzmayeke vekolînê bê avakirin'
Nûnerên komîteyê, di bin serenavê “Gurban/Tirkiye”yê de biryara binpêkirinê nirxand. Nûnerên komîteyê biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya têkildarî cezayê muebbeta girankirî bi bîr xistin. Nûneran, biryara binpêkirinê ya têkildarî kesên di koma behsa xeberê de cih digirin (Abdullah Ocalan jî di nav de) vegot. Di biryarê de nûneran got; “(...) nûveyeke binpêkirinê ya wiha dê weke dibêtiya berdana serlêdêr a di demekî nê zde neyê fêmkirin, lê belê divê li gorî standartên meqam û dadgehên neteweyî ji bo her kesî mekanîzmayên lêkolîn ava bike. Ev yek hate bibîrxistin.”
Di beşa "Derbarê tedbîrên giştî" ya biryarê de 4 xal wiha hatin rêzkirin:
“* Careke din hate bibîrxistin ku divê ev biryar bên cîbicîkirin, mekanîzmayek were avakirin ku cezayê muebbeda giran jinûve binirxîne û mercên berdana bişert ava bike. An jî divê ji bo vê tevdîrên pêwîst bên girtin.
* Di vê mijarê de heta niha tu pêşketin çênebûne û vê jî rê li ber fikarên mezin vekiriye. Mînakên ji dewletên din hatin bibîrxistin û ji dewletên endam hate xwestin ku ji van tecrûbayan bo xwe ders bigirin û ji bo di demekî nêz de gavan biavêjin hatin teşwîqkirin.
* Careke din bang li rayedaran hate kirin bê ka hejmara kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn û yên bi vî cezayî hêj girtî ne çiqas in.
* Biryar hate dayin ku vê komê (Koma Gurbanê) di civîna Îlona 2025’an de careke din lêkolîn bike. Û heke di çarçoveya vê komê de pirsgirêkên hatine lêkolînkirin demekî dirêj bidomin û pêşketina heyî kêm were dîtin, heke pêşketineke ku rê li ber nirxandineke erênî vebike neyê dîtin, ferman da Sekreteryayê ku biryareke navberê amade bike.”