‘Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarok dê ji bo mafên zarokan rê nîşan bide’

Aktivîsta mafên mirovan Nezîha Belqaşla li ser girîngiya avakirina Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarokan a li Mexribê diyar kir ku li dijî guherînên civakî, aborî, demografîk û polîtîk, daneyên saziyê dê rê nîşanê biryardêran bide.

RECA XEYRAT

Mexrib – Di vê dema ku li Mexribê li ser guherînên di Zagona Malbatê de werin kirin, nîqaş çêdibin de, avakirina Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarok, bû yek ji daxwazên sereke yên tevgerên jinan. Li gorî parêzvanên mafên jinan ev konsey, ji bo têkildarî guherînên zagonan, mafên jinan zêdetir bike û di raya giştî de pêşî li agahiyên şaş bigre dikare bingehek ji bo nîqaşê ava bike.

Endama Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê û aktivîsta mafên mirovan Nezîha Belqeşla, diyar kir ku hê jî Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarok nehatiye avakirin û behsa rola ku vê konseyê di warê mafên zarokan de bi peymanên navneteweyî û rola di warê zagonan de bike kir.

Rola malbatê

Nehiza Belqaşla diyar kir ku malbat weke şaneya yekem a civakê û bingeha perwerdeya civakî tê hesibandin û di gihîştandina nirxên civakî û sazûmanî de roleke girîng dilîze. Neziha wiha axivî: "Ji bilî konferansên taybet, hejmareke danezan û peymanên navneteweyî statuyek girîng dane malbatê. Ya herî berbiçav jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e ku malbat we yekîneya bingehîn a civakê dibîne û dixe bin lênêrîn û parastina civak û dewletê. Di heman demê de tekezî li ser wekheviya di navbera jin û mêr de di nava wê de dike ew jî benda 16’an e."

Peymanên ku armanca wan parastina mafên zarokan e

Nezîha Belqaşla destnîşan kir ku Peymana Navneteweyî ya Mafên Zarokan a 1989’an berpirsyariya parastina mafên zarokan dide ser milên malbat û dewletê, bi tekezî li ser berjewendiyên çêtirîn ên zarokan û wekheviya zayendî, weke ku di xala 29'an de hatiye destnîşankirin û li gorî erkên xwe yên navneteweyî disekine. Neziha Belqaşla wiha pê de çû: "Destûra Bingehîn a 2011'an, di bendên xwe yên 32 û 169'an de, li gorî Prensîbên Parîsê (1993) û serdestiya peymanên navneteweyî li ser zagonên herêmî, avakirina encumeneke şêwirmendiyê ji bo malbat û zarokan teşwîq kir. Lê ev encumen hê jî li ser refikên parlamentoyê girtî ye û tevî ku neh sal di ser derxistina Projeya 78.14 a têkildarî wê re derbas bûne, nehatiye damezrandin."

Pêdivî bi zêdebûna rêbazên parastina mafên jin û zarokan heye

Neziha Belqaşla tekez kir ku tiştên ji bo Encûmena Şêwirmendiyê ya Malbat û Zarok derbas dibin, ji bo hemû projeyên civakî yên ku dikarin rêza Mexribê di warê mafên mirovan û ên jinan de pêş ve bibin û got: "Destûr û zagona herî bilind a welat, banga lihevhatina zagonên neteweyî bi wê û bi peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Mexribê ve hatine pejirandin, dike. Ev xemsarî nîşan dide ku herdu saziyên berê weke pêşîniyek ji bo biryarderên siyasî hatine behskirin li ber çavan nayên girtin. Weke din, nelihevkirina projeyeke civakî ya berfireh û yekgirtî û tunebûna hevgirtina polîtîkayan dibe sedema têkçûn an jî nedomandina projeyên civakî û pêşketinê.

Rewşa nebaş a malbatan bi raporan derket holê

Nezîha Belqaşla, bal kişand ser çavdêrî û analîzên ku Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarok bimeşîne û diyar kir ku li dijî guherînên civakî, aborî, demografik û polîtîk ên li Mexribê daneyên ku vê saziyê berhev bike girîng in. Her wiha got ku ji aliyê edaleta civakî, wekheviya zayendî û mafên zarokan ve ev yek dê ji bo biryardêran rê nîşan bide.

Nezîha Belqaşla li ser raporên Saziya Plansaziya Bilind, Wezareta Entegrasyona Civak û Malbatê, Konseya Neteweyî ya Mafên Mirovan, Konseya Aborî û Civakî û raporên hinek rexistinên navneteweyî diyar kir ku bi taybetî li herêmên gundewar xizaniya ku jin û zarok di nav de dijîn, şîdet û cudakarî, li pêşiya pêşketinê dibin astengî.

'Divê saziyên têkildarî azadî û hiqûqê bên avakirin'

Nezîha Belqaşla got ku ger konsey bixebitiya dê bikaribûya di warê pêşniyarên li ser bandorên aborî û civakî yên ji bo Zagona Malbatê, nîqaş bikira û bi saziyên destûrî re vê pêvajoyê li ser bingeheke demokratîk bi pêş bixista.

Nezîha Belqaşla bal kişand ku bi taybetî di warê pirzewacî, zewicandina zarokan, zagonên mîrasê, tesbîta bi analîza genetik a bavîtiyê, zewacên ku cudakariya olî di wan de heye û di mijarên hesas ên weke parvekirina mal de, peywira konseyê girîng e û wiha bi dawî kir: “Ji aliyê nirxandina bandorên civakî û agahdarkirina biryardêran ve konsey dikare peywireke girîng bigre ser xwe.”