Kongreya PKK’ê û sosyalîzma civaka demokratîk

Ji aliyê têkoşîna sosyalîzma demokratîk ve kongreya dawî ya PKK’ê pêngavek e. Biryardariyek heye ku nûjeniyên ku bi dest xistine bi pêngaveke têkoşîneke nû berdewam bike û îradeyek heye ku fêr bike ku di herikîna pêkhatinê de nesekine.

ROJBÎN DENÎZ

Kongreya dawî ya PKK’ê têkoşîna Kurdan careke din anî rojeva her kesî. Li dijî siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê Kurd PKK’ya ku serhildana 29’an e; hem bi destpêka xwe hem jî bi encamên ku gihîştinê, bû tevgereke xweser û taybet. Bû tevgera ku bi cîhanê û Rojhilata Navîn gelek tiştên ‘yekem’ da qezenckirin. PKK, di encama têkoşîna 52 salan de bi navê PKK’ê 47 sal berxwedanê meşand û bi şerê çekdarî yê 41 salan jî biryardarî û berdewamiya vê tevgerê îsbat kir. Di encama vê têkoşîna domdar de 45 hezar şehîd, bi milyonan sempatizan, enternasyonal, bi hezaran xebatên akademik re, pêşî li zanista jinan û civakê vekir û tecrubeyên mezin bi dest xist. Van hemû tiştan kevirên bingehîn ên sosyalîzma demokratîk danîn, bûn pêvajoyeke şoreşê ya fikrî û pratîk.

Rastiya PKK’ê ya derket holê, em nikarin ji Konreya PKK’ê ya 12’an cuda binirxînin. Divê kongreya dawî ya PKK’ê û encamên jê derketin li ser bingeheke rast werin nirxandin. Ger em behsa paradigmaya sosyalîzma demokratîk bikin, em ê bibînin ku têkoşîna ku gelê Kurd ji bo yekîtiya neteweyî û demokratîk bimeşîne nû dest pê dike. Li ser pirsgirêkên jin û mêr, têkoşîna bi zayendperestiyê re jî nû destpê dike. Divê em li vê yekê gelê Kurd û Tirk heta gelên herêmê jî zêde bikin. Ji bo pêvajoyeke nû, serdemek nû; ji aliye konfederalîzma demokratîk û têkoşîna sosyalîzma demokratîk ve, kongreya dawî ya PKK’ê pêngavek e. Biryardariya serkeftinên nû, bi pêngava têkoşînek nû, domandina tekoşînê û di herikbariya çêbûnê de îradeya ku nasekine hîn dike. Ji vî alî ve divê mirov encamên wê bi nêzikahiyeke kûantumîk bigre dest. Mirov dikare vêya wek ‘Ketina pêvajoyeke nû ya enerjiya têkoşîneke ku nîvsedsal e didome’ binirxîne. Kongre, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bû gavê dîrokî yê duyemîn.

Sedema hebûna PKK’ê

PKK, weke tevgera dawî ya serhildana li dijî înkar û imhaya li ser gelê Kurd, hê jî xwedî cîhekî xweser e. Ev serhildan, destpêkê di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava komeke biçûk a xwendekaran de şax da. Navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê” li xwe danîn. Destpêkê çek tunebû, hêza gotinê, lêgerîna heqîqetê û têkoşîna fikrî li pêş bû. Di pêvajoyeke ku gotina Kurd jî qedexe bû de, digotin “Kurdên herî baş ên mirî ne” ne de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina “Kurdistan mêtingeh e”, kevirên ku bi sedsalan bûn hatibûn danîn ji cihê wê leqandin. Li Tirkiyeyê piştî Peymana Lozanê, Makezagona 1424’an a ku li ser înkar û îmhaya gelê Kurd hatibû derxistin, bû bingeha zagonî ya vê polîtîkaya qirkirinê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi navê “Apociyan” li dijî mêtinkariyê serhildanê bi bi pêş xist û berê xwe da Kurdistanê.

Dijmin wê demê jî ji vê koma biçûk tirsiya. Bi gotina “Hê ku serê mar biçûk e em bipelçixînin” ket tevgerê. Di vê pêvajoyê de Hakî Karer ê ku di nava kadroya yekem a koma PKK’ê de cih girt û bi eslê xwe Tirk bû, di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê hat kuştin. Şehadeta Hakî Karer, destpêka pêvajoyeke nû bû û diviyabû bersiveke bihêz ji vê yekê re bê dayîn. Di lêgerînên wê serdemê de bersiva ji bo dijmin, avabûna PKK’ê bû. Şehadeta Hakî Karer di biryardariya avabûna PKK’ê de bû faktoreke diyarker. Ev di heman deme de, gavê yekem ê ku PKK di riya ku bimeşe de, gavê yekem ê pîvanên wê bû. Li dijî her êrîşê bersiva herî mezin zêdetir birêxistinbûn û bi pêngavên nû yên têkoşînê pêşveçûn bû. PKK’ê li ser vî esasî, ji bo bersiva berxwedana mezin a li zindanan û Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, têkoşîna çekdarî bi pêş xist. Di van salên têkoşînê de ber bi serhildanên gel û şerê gelê şoreşgerî ve pêşketin çêbûn. PKK’ê di dema şer de jî girîngî da etîk, ehlaq, estetîk, wîjdan, rûmet, dilsozî û ya herî girîng jî rêhevaltiyê. Li wiha li herêmê jî li dijî çeteyên DAIŞ’a ku Tirkiyeyê hevkariyê bi wan re dikir, şerekî mezin meşand, îradeya xwe û hestiyariya xwe ya ji bo gelan û baweriyan, bi têkiliya ku bi hevgirtiyên li herêmê re danî re hêza xwe nîşan da. Di vê pêvajoya şer de ne tenê xwe, civaka Kurd û pê re jî hemû gelên li erdnîgariya Mezopotamyayê bi hêza wan a cewherî da nasîn. Nîşan da ku civakek mafê wê jê hatibe girtin, çawa dikare xwe biparêze.

Ji bo PKK’ê şerê esasî şoreşa zihniyetê bû. Bawer kir ku bi şoreşa zihniyetê dê azadî pêkan be, civakeke demokratîk bi vî riyê were avakirin. Merheleya îro mafdariya vê têkoşînê nîşan dide. PKK tenê bi tevgera çekdarî bi sînor nema; bû tevgereke ramanî, çalakî, azadî, jinan, ciwanan, felsefe û enternasyonalîst û pergaleke mezin ava kir. Ji çiyayên Kurdistanê destpê kir, li çar perçeyan û dîasporayê belav bû, pergaleke xweser û kûr ava kir.

PKK lêgerînên çareseriyê û berxwedana domdar

PKK’ê di tevahiya pêvajoyên şer de jî pişta xwe neda çareserî û aştiyê; dijberî wê, lêgerînên xwe yên ji bo vê yekê her dem domand. Di encama vê nêzikatiyê de di sala 1993’an de agirbest çêbû lê bersiva dewleta Tirkiyeyê ji bo wê pêvajoyê bi kuştina serokomar Turgut Ozal û pêkanînên komên provokatîf ên ketibûn nava PKK’ê, pêvajo bi ser neket. Di pêvajoyên piştre de jî rewşên bi heman rengî çêbûn. Di encamê de hemû hewldan nîvco man. Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tesfiyekirina PKK’ê, bi teknîkên şer ên herî qirêj hatin meşandin. Di vê pêvajoyê de divê desteka hêzên derve jî neyê jibîrkirin. Jixwe yek ji hincetên cihgirtina Tirkiyeyê ya di nava NATO’yê de ew bû ku li bi hinceta PKK’ê li dijî gelê Kurd qirkirinê bidomîne û di warê navneteweyî de vê yekê rewa bike. Nakokiya Kurd-Tirk her dem zindî hat hiştin, ev rewş hem ji bo ranta siyasî hem jî amûra kontrolê polîtîkaya hundirîn hat bikaranîn.

Di sala 1999’an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin, bû lûtkeya hewldanên ji bo tesfiyekirina PKK’ê. Di wê pêvajoyê de ferasetên tesfiyekar ên ketibûn nava PKK’ê, di nava rêxistinê de texrîbatên mezin çêkirin lê tevî van hemû êrîşan jî PKK li ser piyan ma. Birîndar bû, êş kişand lê tu carî îrade û hêza xwe winda nekir. Bingeha PKK’ê wisa têkûz bû ku tevgerê bi kûrahiya xwe ya sosyolojîk û bîrdozî bû hêzeke civakî ya ku divê were analîzkirin. Ji ber vê sedemê her dem cihê xwe di dîrokê de girt. Herî dawî di sala 2015’an de, di pêvajoya rêveberiyên xweser de, hewldanên PKK’ê yên ji bo çareseriyê careke din nîvco hatin hiştin. Piştî wê pêvajoyê dewletê li dijî şerê gelê şoreşgerî siyaseta “çokdanînê” kir dewrê. Di wê pêvajoyê de gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin hilweşandin, bi sedan mirov bi saxî hatin şewitandin. Dewletê rûyê xwe yê herî faşîst di vê pêvajoyê de nîşan da. Çekên kîmyewî, teknîkên şer ên herî bêwîjdan, bikaranîna çekên bi tonan giran a li dijî mirovan, avêtina qeyûman, lîsteyên girtina bi hezaran û gelek pêkanînên dermirovî ketin meriyetê.

Gelo PKK’ê li dijî vê yekê çi kir? Li dijî “Plana Çalakiya Çokdanînê” ya 24’ê Tîrmeha 2015’an dest pê kir, xeta şerê gelê şoreşgerî û berxwedana gerîla mezin kir û bersiv da. Bi vê yekê re, paradîgmaya civakî ya demokratîk ekolojîk a azadîxwaziya jinê, kir meriyetê.

Li Îmraliyê çi bû?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê dîl hatiye girtin, wê derê veguherand akademiyek, di şoreşa ferasetê de “zayîna sêyem” pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerên serdemê yên ku bi rastiyên sosyolojîk û bîrdoziyan dihatin meşandin analîz kir, ji bo kaos û krîzên li herêmê hatine afirandin, di asta civakî de çareseriyan bi pêş xist. Vê têkoşîna ku ji herêmî ber bi cîhanîbûnê ve çû, ji xwe re şêwaz û rêbazek nû ava kir û mezin bû. Kongreya 12’an a PKK’ê jî divê weke werçerxa guherîn û veguherînê ya rastiya têkoşîna vê serdemê were dîtin.

PKK’ê di heman demê de xwe weke tevgera azadiya jinan pênase kir. Xwendinên li ser dîrokê yên Abdullah Ocalan û encama ku gihîşt ew bû ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê pirsgirêka bingehîn, pirgirêka jinan e. Tesbîtkirina vê pirsgirêkê, cihekî girîng di têkoşîna PKK’ê de girt û di vî warî de pêşketinên mezin çêbûn. Di salên 1990’î de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Îsrara ji bo sosyalîzmê, îsrara ji bo mirovbûnê ye” bal kişand ser merheleyên ku divê ji bo mirovahî ji nû ve xwe ava bike tê de derbas bibe. Bi vê perspektîfê, pênaseya ku derdikeve pêşiya me, îro weke “sosyalîzma demokratîk” tê binavkirin.

Em dikarin sosyalîzmê weke civakîbûn an jî zanista civakê pênase bikin. Demokrasî jî ger were wateya xwerêvebirina gel, sosyalîzma demokratîk; dikare weke civaka ku xwe bi îrade û zanîn, di têkiliyên jin û mêr de li ser esasê hevjiyana azad bi rêxistin bike were dîtin. Di vê pergalê de ya esas ew e ku jin, ciwan, hemû civak, xwe bi rêxistin bikin, birêve bibin û di her warî de azadiya xwe mîsoger bikin.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, di vê çarçoveyê de, ji bo rêxistinbûna civaka demokratîk bangeke dîrokî bû. Ji ber vê yekê “Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadîxwariya jinan” sosyalîzma demokratîk bi xwe ye. Ev paradîgmaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meriyetê, bi Şoreşa Rojava re jî bûye rastiyeke şênber. Dema ku em bi vê perspektîfê dinhêrin, em dibînin ku wateya Kongereya 12’an a PKK’ê ev e: “Têkoşîn hê nû dest pê dike û ji niha û pê ve dê têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê be.”

Ji niha û şûnd ewê çi bibe?

Ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk êdî hincetên berê derbasdar nînin. Di destên îslamîstên siyasî yên li ser hebûna çekdarî ya PKK’ê ji xwe re rant bi dest dixistin û qêrîna ji bo şer a aliyên netewperest de tu hincet nemaye. Bi heman awayî, hinek aliyên ku bi bazara li ser nasnameya Kurd dijberiya PKK’ê dikirin û bejewendiyan bi dest dixistin ku em dikarin wan weke ‘çîna navîn’ bi nav bikin jî helwestên wan ên provokatîf û dijminahiya gel jî eşkere bûn. Hêzên derve ji ser nakokiya Kurd-Tirk, li Rojhilata Navîn, rewşên krîz, pevçûn û qirkirinê afirandin, xwestin qezencên aborî û polîtîk bi dest bixin. Bi îlankirina qaşo rizgarkeriyê, bi demokrasiya sexte êdî nikarin we li bazarên cîhanê rewa bikin. Kongreya 12’an a PKK’ê ger gotin di cîh de be, “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” a hêzên emperyalist di qirika wan de hişt. Bi vê yekê dawî li planên sedsalê hatiye.

Êdî dem hatiye ku gelên Kurd û Tirk çarenûsa xwe diyar bikin. Piştî vê saetê dê diyar bibe kî aştî, demokrastî û azadiyê dixwaze, kê jî hewl daye bi şer neteweyek tune bike. PKK’ê, ji bo ku her tişt vekirî û zelal bimeşe û ji bo ku pêşî veke, gaveke dîrokî avêtiye. Niha her kes li benda gavên dewletê ye. Ji bo vê destpêkê divê li ser mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin û ji aliyê fizîkî ve azad bibe. Divê di aştî, di avakirina paradigmaya sosyalîzma civaka demokratîk de roleke mezin were lîstin. Bi gel re, bi jinan re, bi mirovên aqilmend û hemû beşên civakê re divê hevdîtin çêbibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo aştî û avakirina civaka demokratîk, xwedî pozisyon e, dikare ji bo çareseriyê rola kilît bilîze.

Ger dewlet bi rastî jî dixwaze aştiya navxweyî pêk bîne divê di warê teorîk hem jî pratîk de gavan bavêje. Makezagona 1924’an divê ji nû ve were destgirtin, mafên gelê Kurd, gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn û komên baweriyan werin parastin. Divê mafê welatîbûniya wekhev ji bo gelê Kurd were naskirin. Bi hezaran kesên ku ji ber nasnameya xwe ya Kurd û sosyalîst di zindanan de ne werin berdan. Di serî de Herêmên Parastina Medyayê divê polîtîkayên şer ên ji bo înkar û îmhayê bi dawî bibin. Divê dewlet êrîşên xwe rawestîne û ji çiyayên Kurdistanê derkeve. Ev gav ji bo li Tirkiye û herêmê pêşî li aştiya mayînde were vekirin, gavên destpêkê û şênber in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û PKK’ê tiştê ket ser milê wan kirin, niha dora dewleta Tirk û gelê Tirk e.