Kongreya Partiya nû ya Êzidiyan bi dawî bû

1’emîn Kongereya Partiya nû ya Êzidiyan, bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.

Şengal – Îro danê siharê li Şengalê Partiya Ciwan a Êzidiyan 1’emîn kongreya xwe li darxist. Kongre piştî nîqaş û nirxandinên dagirtî, bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.

Di dawiya Kongereyê de ji aliyê Merwan Xwedêda ve daxûyaniyek hate dayîn. Merwan Xwedêda diyar kir ku kongreya wan bi serkeftî bi encam bûye û got: “Li gorî rêziknameyên ku ji aliyê Komîsyona Partiyên Siyasî ve hatibûn diyarkirin, me kongereya xwe li dar xist.

Endamên mekteba siyasî ku ji 13 kesan pêk tên, hatin hilbijartin. Ji 13 kesan endamên mekteb siyasî ku hatin hilbijartin sê jin di nav de cih digirin.”

Merwan Xwedêda navê kesên hatine hilbijartin xwendin û kongere li hemû endaman pîroz kir.

Tê payîn ku serok û cîgirên partiyê, di rojên pêş de di civîna endamên mekteb siyasî de werin hilbijartin.