‘Kongreya NADA ruhê hevgirtinê ya jinan bilind kir’

Beşdarên kongreya Hevgirtina NADA ya yekemîn tekez kirin ku ev kongre bi serkeftî derbas bûye û ruhê hevgirtinê di nava jinan de bilind kir.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Silêmanî – Yekemîn kongreya Hevgirtina NADA di 15’ê Gulanê de hate destpêkirin û sê rojan dewam kir. Kongra li bajarê Silêmaniyê ya herêma Kurdistanê bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ ku ji 18 welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê jin beşdar bûn, hate lidarxistin. Beşdaran dan zanîn ku kongra bi awayek serkeftî derbas bû û hemû pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayeyê hatin nîqaşkirin.

‘Ji bo hevgirtina jinan kongre derfetek bû’

Aktîvîst Helwîst Ebdullah Kerîm ku ji Silêmaniyê ye qala kongreyê û serkeftinên wê kir û got: “Ev kongre ji bo hemû jinan gelek girîng û bi wate bû. Kongra qala pirsgirêkên jinan û kêşeyên wan kir, her wiha bal hate kişandin ser rêjîma desthiladar û zagonên ku mafên jinan naparêzin. Ev kongre derfetek bû ku girêdanek di navber rêxisitn û saziyên jinan ve ava bike.”

‘Avakirina tor û hevgirtina jinan gelek girîng e’

Serokê Weqfa El-Mada ya mafên mirovan ya ji parêzgeha Wasit li Iraqê Ezhar Zeyd El-Cebûrî behsa kar û xebatên kongreyê di nava sê rojan de kir û got: “Kongre bi xweserbûna xwe cuda bû. Jin bi hemû pêkhate, netew û çanda xwe di nava kongreyê de cih girtibûn. Pirsgirêk û mafên jinan hate nîqaşkirin. Hate diyar kirin ku kêşe û astengiyan jinan di hemû welatan de ji hevdu ne cuda ne. Hewcedariya rewşa herêmê bi girêdana jinan heye. Di nava civaka sivîl de girêdan hebûn lê diviyabû girêdana jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî rû bide. Em bi hêvî ne ku dengê me bighîje hemû jinan û jin magên xwe bidest bixin.”

‘Pirsgirêkên jinan di kongreyê de hatin nîqaşkirin’

Akademîsyenê medyayê û Endama Tora Hevgirtina Jinên Urdunî, Dr. Sûlafa Ferûq El-Zeybî ji Urdunê behsa kongreyê kir û wiha got: ”Bi riya vê kongreyê me karîbû jin ji welatên cuda nas bikin û bêhtir nêzî hevdu bibin. Di heman demê pirsgirêk û astengiyên jinan hate nîqaş kirin. Kongre bi coşek bilind a hevkariyê di nava jinan de û bi avakirina torên hevgirtinê di nava rêxistinên jinan de hate binavkirin. Stratejî û komîteyên ku ji kongreyê derketin pir girîng bûn û dê di pêşerojê de bibin amûrên bi bandor. Bi riya kongreyê em tam dizanin ku em li ku ne, em çi dixwazin û gavên me yên pêşîn çi ne. Li gor hemû pîvanan ev destpêka rêya rast e.”