Kongreya MXDŞ’ê bi erêkirina hevpeymana civakî ya nû bi encam bû
6. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wek kongreyek guherîn û veguherînê bi awayekî serkeftî encam bû.
Şengal – 6. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ku bi dirûşmeya “Yekîtî, Azadî û Çareserî” hat lidarxistin, piştî nîqaşên berfireh ên siyasî, civakî û rêxistinî, bi nûkirina Hevpeymana Civakî, zelalkirina perspektîfa entegrasyona demokratîk û pêngava rêxistinkirina komînan, bi rojeva hilbijartinan bi encam bû.
Di dawiyê de, hemû endamên meclîsê, hevserok û cîgirên wan sond xwarin û piştre axaftina dawî ji aliyê hevserokan ve hat kirin.
Xoxê Dexîl, ku wek hevseroka MXDŞ’ê hat hilbijartin, axivî û got:“Em vê kongreyê li Serok Apo û şehîdan pîroz dikin. Gelê me bawerî da me. Em ê jî tiştê ku dikeve ser milê me pêkbînin û em ê tiştekî ji xwe re nekin asteng. Serkeftinê dixwazim.”
Hevserok û cîgirên hevserokan hatin hilbijartin û bi sondxwarinê kongre bi dawî bû. Wek hevserok, Xoxê Dexîl û Azad Hisên hatin hilbijartin.
Encamname û plansaziya MXDŞ’ê dê sibê ji raya giştî re bê parvekirin.