Kongreya DYE'yê ji bo pêşnûmeqanûna 'Parastina Kurdan' li hev kom bû
Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), bi rojeva Rojava li hev kom bû. Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif, bang kir û got: “Divê hemû Kurd piştgirî bidin vê daxwazê.”
Navenda Nûçeyan- Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rojeva parastina mafên Kurdên li Rojava civînek li dar dixe. Tê payîn ku di civînê de pêşnûmeqanûna 'Parastina Kurdan' bê nirxandin û piştre biryar bê dayîn.
Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî civîna kongreyê ku wê parastina mafên Kurdan jî bê nîqaşkirin li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek da. Foza Yûsif, wiha got: "Ji bo parastinê vê sibehê li senatoya Amerîkayê zagonek ji bo parastina Kurdan wê bê nirxandin. Divê hemû Kurd piştgirî bidin vê daxwazê. Divê êdî komkujiyên li ser Kurdan li vê erdnîgariyê bi dawî bibin."
Dema ku êrîşên qirkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikirin senatorê Amerîkî Lindsey Graham jî nerazîbûn nîşanî êrîşan da û pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreyê kiribû da ku mafên Kurdên Rojava bên parastin.