Kongra Star: Zîlan manîfestoya pîvanên welatpareziya rast e

Kongra Star bi boneya 28’emîn çalakiya fedaî a Zeyneb Kinacî bi nasnav Zîlan daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Şehîd Zîlan manîfestoya bi cih anîna pîvanên welatparêziya rast e.”

Navenda Nûçeyan - Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî  28’yemîn salvegera çalakiya fedaî ya  Zeyneb Kinacî bi nasnav Zîlan ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî bi bîranî, di daxuyaniyê de peyama bi rihê Zîlanê xurtkirina xeta rêxistin û xweparastinê hate dayîn.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

 “Di 28'mîn salvegera şahadeta pêşenga hevaltî, heskirin û jiyana azad de em tevahî jinên fedayî u têkoşerên serhildan û şoreşên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin û di kesayeta Şehîd Zîlan de bejna xwe li beramberî bîranîna wan bi serbilindî di tewînin. Weke Meclîsa Kongra Star ku her kêlî û demê xwe yê berxwedanê li ser bîrdozî û xeta şehîd Zîlan da meşandin û ji ber tolhildana rêhevalê  xwe roj bi roj serkeftin û deskeftiyên mezin dane qezenckirin, li ser vî esasî  soza me ye ku bi felsefeya jiyanê ya ku Şehîd Zîlan ji bo me diyar kiriye emê şoreşa xwe bikin malê tevahiya jin, tevgerên demoqratîk û wekhevî xwaziyê.

Meha hizêranê di dîroka me ya tekoşînê de xwedî cihekî pîroz e, ji ber ku meha şehîdên me yê jin yê fedayî ye, lewma xwedî derketina me li bîranîn û hêviyê wan di roja meya îro de erk û mîsyona meya bilindkirina têkoşînê xwe ferz dike ku li himber sîstemên ku her kêlî dijminatiya jina zane û azad dikin de bighînin lûtkeya herî bilind.” 

‘Rêheval Zîlan bi çalakiya xwe perspektîfa jiyana azad afirand’

Kongra Star di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna Zeyneb Kinacî (Zîlan) û wiha dom kir: “Bi çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan ku  beriya 28 salan pêk anî bi armanca parastin û pêşxistina rêbazê têkoşîna li hember tevahî hişmendiyên ku xwestin bi pêlanên qirêj hebûna Rêbertî û gelê kurd bi fîzîkî tesfiye bikin, bû sembol û milîtana tevger û jiyana bi wate . Di roja meya îro de ji bo me wek jinên pêşengê bîrdoziya rizgariya jinê ya ku Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bingeh û pîvanê wê diyar kirin, erkê me yê serekeye ku weke perspektîfa jiyana bi rûmet û azad bi heskirina wê ji jiyanê re  ji her demê zêde tir pêk bênin. Ji ber ku di nava jiyanek ku bi heşmendî û zilma mêrîtiyê tê birêve birin de ku  jiyan li jinan teng û biçûk kiriye de jiyankirin  li ser me ferz dike ku her kêlî  bi israr û menewiyatek pir mezin li ser xeta Zîlanan em li ber xwe bidin. Her roj bi çalakiyên fedayî rihê têkoşînê geş bi hêlin. Lewma di dirêjahiya dîroka jinan de hertim mîrateya berxwedanê ji bo xwedî derketina li fikir, xet u xwestekê jinên şerker û berxwedêr lêgerîna azadiyê û bi destxistina mafê xwe bi ronahiya wan berdewam kiriye.

‘Xeta Zîlanan xeta heqîqetê ye’

Di dema ku Rêbertî û partiya me rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê ji aliyê dijmin ve  dihat, çalakiya rêheval Zîlan bersiva ku emê hertin hebin û wê tu kes nikaribê vîna gel û hebûna wê tune bikê bû. Lewma îro di dîroka tevgera azadiyê de her wiha di dîroka jina azad de  Şehîd Zîlan menefêstoye ji bo bi cih anîna pîvanên welatparêziya rast û xwedî derketina li jiyana bi rûmet û azade. Xeta Zîlanan ji bo me weke jin li ser şopa heqîqetê xeta xwebûn û bûna xwe ye. Li ser vî bingehî , ji ber ku em xwe bighînin cewherê şoreşgertiya bi wate pêwîste em her kêlî bi fikir û ramanê Şehîd Zîlan re jiyan bikin û fam bikin. Di nava kêliyên dîrokê yên ku em îro di nava şoreşa Rojava de jiyan dikin de her çiqas deskeftiyên me hebin ew qas jî vîn û îradeya jinên pêşeng ji aliyê dijmin ve tê hedef girtin, bi armanca ku jin nebin pêşengê guherîn û veguherinê. Lewra ji ber ku em bibin laîqê bîrdoziya azadiya jinê bi terz û rêbazê Zîlanan em li ber xwebidin, rêxistina xwe berferhtir bikin û tevahiya jinan hemêz bikin. Bi armanca ku em konfedralîzma jin ya demoqratîk ava bikin bi wesîleya bîranîna Şehîd Zîlan peyama xwe bigihînin her cih û kesî.”

‘Zîlan:Azadî şerkirinê dixwaza’

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan hate kirin û wiha hate gotin: “Ji ber ku li hemberî êrîş û kiriyarên dagirkeriyê yên hikûmeta AKP’ ê li ser Kurdistan û girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me, em vala derxin û hilweşînin em bang li hemû jinan dikin ku  em bibin şagirtê felsefeya Zîlanê û li gorî perspektîfa wê ya ku ji me dixwazê em têkoşîn û hêza xwe bikin yek û rola jinan ya ku bi salane ji aliyê heşmendiya baviksalar ve hatiye vemirandin carek din bi rihê ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê nûjen bikin û azadiya xwe ji her alî ve misoger bikin û pirsgirêka jin bi rihê Zîlanan em çareser bikin. Pêwîste weke ku Şehîd Zîlan gotiye; ‘Azadî şerkirinê dixwazê , ji ber ku em bikarin baş şerbikin pêwîste em baş xwe rêxistin bikin , dema ku em hêza xwe ya rêxistinî avabikin wê demê em dikarin behsa vîna xwe ya xurt bikin.’  Divê em li gora vê gotinê tevbigerin û têkoşîn bikin.”