Kongra Star têkildarî êrîş û şewatan daxuyanî da
Kongre Star bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rastiya der barê şewatan û binpêkirinan, yekser komîteyên lêpirsînê yên serbixwe bişînin herêmê.

Navenda Nûçeyan- Kongra Star têkildarî şewatên li herêmên peravê yên Sûriyeyê û binpêkirinên li dijî gelên Sûriyeyê tên kirin daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em bi fikar û mereq êrîşên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, şewatên bi zanebûn li daristanên peravê hatine pêxistin dişopînin.
Ev şewatên domdar li dijî herêmên elewiyan, beşeke siyasetên qirkirinê û koçberkirinê ne. Armanca wan a yekemîn parçekirin û jihevxistina binesaziya civakî ye. Şerê navxweyî û parçekirinê zêde bike. Mîna van kiryaran li dijî hêviyên gelê Sûriyeyê, projeya demokratîk a pirreng têk dibe ku em ji bo wê têdikoşin.
Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryar sûcekî komî ye û li dijî aştiya navxweyî ye. Tovên dijminane û netewperestiyê diçîne. Ev sûc in ku divê hêzên siyasî û hiqûqî yên çalak helwestên diyar û zelal nîşan bidin.
‘Hikumeta demkî ya Şamê berpirsa rasterast a parastina can û milkên welatiyan e’
Hikumeta demkî ya Şamê berpirsa rasterast a parastina can û milkên welatiyan e. Em jê dixwazin ku têkildarî van bûyeran, daxuyaniyeke diyar bide. Lêpirsîneke eşkera û durist dest pê bike. Hesabê ji kesên ku destên wan di van bûyeran de hene çi alîgirên rejîmê yan jî komên çekdar bixwaze. Ji ber ku veşartina van kiryaran, rê li pêşiya domandina siyasetên dijminan e vedike.
Em bi tundî êrîşên ku bi rê û rêbazên cuda çi bi riya gefxwarinê, tundiyê, bikaranîna şaş a qanûnên avahîsaziyan, li dijî gundên li rojhilatê Hemayê û koçberkirina bi hezaran pêkhateyên elewî şermezar dikin.
Her wiha em girtinên bêserûber û binpêkirinên ewlehiyê yên bê bingeh ên li dijî ciwanên Kurd, nasname û hemû Kurdan şermezar dikin.
‘Armanca wan koçberkirina şêniyên resen e’
Siyasetên avahîsaziyê yên zalim ku bi riya wê mafên malbatan di milkên wan de binpê dibin, beşeke ji wan êrîşan e. Armanca wan koçberkirina şêniyên resen e. Ev siyaset û kiryar, qirkirina etnîkî tîna bîra mirov û li dijî projeya avakirina Sûriyeyê li ser bingeha edaletê û hemwelatiyê ne.
Em revandin û qetilkirina çalakvanan û welatiyên Sûriyeyî şermezar dikin. Heta niha tu pêşketineke rastîn di lêpirsînan de çênebûye yan jî ji kesên destên wan di van bûyeran de hene hesab nehatiye xwestin. Nemaze ku zimanê nefertê zêde bûye
Li ser bingeha berpirsiyariya me ya siyasî û exlaqî wekî tevgereke jinan a şoreşger ku dixwaze civakek azad li ser bingeha nirxên mirovî û rizgariya giştî ava bike, em piştrast dikin ku parastina rûmet û mafên mirovan ên li ser erd û milkê wan û misogerkirina ewlehiya wan, pêdivîyek bingehîn e ji bo misogerkirina her veguherînek demokratîk a rastîn li Sûriyeyê.
Em bang li civaka navneteweyî, NY û rêxistinên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê ji mexdûrên şewatên li peravê re pêşkêş bikin. Ji bo ku rastiyê der bare şewatan û binpêkirinên avahîsaziyê û koçberkirinê de nas bikin, yekser komîteyên lêpirsînê yên serbixwe bişînin herêmê û ji bo ku ev siyasetên li dijî civaka Sûriyeyê yên li ser bingeha nasnameyê rû didin, bisekînin.
Em careke din dibêjin em bi kesên mal, milk û ewlehiya xwe ji dest dane re ne. Em piştrast dikin ku edalet parçe nabe. Xeta aştiyê bê rawestandina wan êrîşan û hesabpirsîneke rastîn, temam nabe.”