Kongra Star perwerdehiyên tenduristiyê dide

Kongra Star ji bo ku gel di aliyê tenduristî de bikaribe pêdiviyên xwe yên sereke bicîh bîne, dewra perwerdê da destpêkirin. Jinên ku beşdarî perwerdê bûn, diyar kirin ku pêşxistina hişmendiyê di qada tenduristî û parastina wê de, gelek girîng e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Kongra Star ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinan xebatên xwe didomîne. Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star, bi armanca avakirina civakek saxlem û bi tendurist, bi navê Şehîd Hogir Amed ji bo 20 rojan dewra perwerdê hat vekirin.

Sîstema perwerdê bi rengekî vekirî ye û rojane seat ji 9’an heya 13:00’an tê dayîn. Di dewreyê de 30 jin û mêr ji taxa Ezîziyê ya li komîngeha Şehîd Ehmed Nasir cîh digirin. Waneyên ku tên dayîn, bi giştî li ser ekolojiyê, jin, nexweşiya zerikê, siyaseta tenduristî, şewat, derzî, tiba xwezayî û dîroka jinê di qada tenduristiyê ne.

‘Xelkê Hesekê ji Şehîd Hogir pir hez dikir’

Endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a kantona Hesekê Emel Biro, destpêkê derbarê Hogir Amed de axivî û wiha got: “Şehîd Hogir Amed bi nasnav Mihemed Can, li Amedê di sala 1996’an de tê dinê, di nava malbatek welatparêz de mezin dibe û di sala 2014’an de li Gebarê tevlî refên gerîla dibe. Di pêşxistina qada tenduristiyê de rolek girîng dilîze. Li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Kantona Federasyona Gaziyan a giştî ya li bajarê Hesekê dike. Di nava xelkên Hesekê de gelek jê tê hezkirin û bandorek mezin li ser wan dike. Dema diçe ser karê xwe, li taxa Ezîziyê di encama teqînek de şehîd dikeve.”

‘Pêdiviya civakê bi naskirin û pêşxistinê heye’

Emel Biro di berdewama gotinên xwe de da zanîn ku armanca vekirina dewreya Şehîd Hogir, pêşxistina zanista jinê ya di qada tenduristiyê de ye û wiha pê de çû: “Lewma me xwest em li komînan vekin da ku jin  di qada tenduristî de dîroka xwe bizanibe û biparêze. Ev dewre bi tevlîbûna jin û mêran hat vekirin. Ji ber ku naskirina dîroka jinê û vegera jinan a li cewherê xwe, pir girîng e. Sîstema desthilatdar bi riya siyaseta xwe ya bişaftinê û şerê taybet, jinan dûrî cewherên xwe kiriye û ev yek xeteriyek mezin a li ser civakê ye. Lewma naskirina cewher û rastiya jinê ya di qada tenduristiyê de, erkeke dikeve ser milê me. Ji aliyê din ve ji bilî waneyên îdeolojîk, waneyên pratîk hene ku çawa em bikaribin beşdaran fêrî lêdana derzî, serom û hemû tiştên girêdayî tenduristiyê bizanibin. Di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin de, pêdiviya civakê bi naskirin û pêşxistinê heye. Pêwîst e civak ji bo her tiştekî ku bê xwestin, amade be da ku bikaribe xwe biparêze û xwe ji siyasetên qirkirinê xelas bike.”

Armanc pêşxistina zanista jinê ya di qada tenduristiyê de ye

Emel Biro, Hogir Amed bibîr anî û wiha got: “Şehîd Hogir ji bo pêşxistina qada perwerdê her tim di nava kar û xebatê de bû. Xwesteka wî, pêşxistina civakek zana ya bi tenduristiyek saxlem bû. Ji ber ku Şehîd Hogir kedek mezin di vê taxê de meşand, me xwest em vê perwerde bi navê wî vekin. Her şehîdek ji bo me mîrasek e. Emê heya dawî kar û xebat bimeşînin heta ku em bighên armanca xwe. Armanca sereke ya vê dewrê, pêşxistina zanista jinê ya di qada tenduristê de û zindîkirina wê ye.”

‘Jinê tiba xwezayî bi ked û fedakariya xwe keşif kir’

Emel destnîşan kir ku di civaka xwezayî de ya ku derman keşf kir jin bûye û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Jinê ev yek bi hêsanî pêk neanî. Ji ber ku jin gihîşt ser xwe diceriband û gelek jinan bi vê yekê jiyana xwe ji dest dan. Lewma ya ku tiba xwezayî zindî bike jî jin e. Ji ber ku wê ev tib afirand, ji bo wê gerek her jinek rastiya vê yekê nas bike û xwedî li ked û mîrasê xwe derkeve. Herêma bi xwezaya xwe ya bi sûd, zengîn e. Em dîroka xwe nas bikin, emê bikaribin bi gîhayê xwezaya xwe dawî li nexweşiyan bînin û tenduristiya xwe biparêzin.”

‘Perwerde pêşxistin e’

Xewla Mitleq ku yek ji jinên beşdarî dewreyê bûne ye, da zanîn ku vekirina dewreyên bi vî rengî şansekî dîrokî ye û pêdiviya tevlîbûna her kesî pê heye. Xewla wiha got: “Em bi dildariyek mezin beşdarî perwerdê bûn. Ji ber ku em jê sûd digrin, her çiqas em zane bin jî, perwerde ji bo me pêwist e. Bi taybetî jî perwerdeyên tenduristî. Gelek girîng e em dîroka xwe nas bikin û jiyana xwe li gorî wê bidomînin, da ku em pêşerojek azad misoger bikin. Banga min ji her kesî re ye ku tevlî perwerdeyan bibe û xwe bipêş bixe.”