Kongra Star li Lubnanê Zeyneb Kinaci bibîr anî
Di çalakiya ku ji aliyê Kongra Star ve li Lubnanê hate li dar xistin de, jiyana Zeyneb Kinaci (Zîlan) ya li dijî zilm, zext, tûnehesîbandin û asîmîlasyona ya li Kurdistanê, bû temsîla îradeya jiyana azad hate vegotin.

Beyrûd – Kongra Star îro bi hevkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê bi wesîleya 29’emîn salvegera şahadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) a di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî dewleta Tirk çalakiya fedaî pêkanî, çalakiyek li darxist. Dehan kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya bîranînê de, Leyla Efrîn û Abdulselam Mihemed li ser jiyan û kesayeta Zeyneb Kinaci axivîn..
Berdevka Koordînasyona Kongra Star ya li Lubnanê Leyla Efrîn, di axaftina xwe de balkişand ku Zeyneb Kinaci temsîla îradeya jiyana azad a li Kurdistanê ye û wiha got: “Zîlan îlana azadiyê, banga rizgariya gelan û îfadeya têkoşîna jinan e. Zîlan ji fikra azadiya jinan avabûye û bingeha tevgerek têkoşînê ya bihêztir e."
Leyla Efrîn, diyar kir çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci ji bo jinên Kurd veguherî çavkaniya raman, felsefe û îlhamê û di têkoşîna ji bo mafan de li dijî faşîzmê bûye sembola berxwedanê.
Nûnerê PYD’ê ya Lubnanê, di axaftina xwe de balkişand li ser pêvajoyên dîrokî yên serhildanên Kurdan ên li dijî dewlet û hikûmetên Kurdistanê dagirkirine.
Di dawiya çalakiyê bîranînê de têkildarî jiyan, kesayet, têkoşîn û çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci sînevîzyonek hate temaşekirin.