Kongra Star li Beyrûdê Bêrîtan bi bîr anî
Di merasîma bîranîna 33’yemîn salvegera Bêrîtan Hêvî de hat destnîşankirin ku Bêrîtan li hember xiyanetê, bûye xeta berxwedanê.
 
					Beyrûd – Kongra Star li bajarê Beyrûda Lubnanê, bi boneya 33’yemîn salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêv) ya di sala 1992’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê heya kêliya xwe ya dawiyê li berxwe da û xwe ji zinaran avêt, merasîmek bîranînê lidar xist.
‘Li hember xiyaneta heyî bû bersivek’
Endama Kongra Star li Lubnanê Leyla Mihemed ku di merasîmê de axivî, li ser girîngiya çalakiya Bêrîtan Hêvî rawestiya û wiha got: “Bi keda xwe, bi xebata xwe, bi çalakiya ku kiriye, ji bo me bû dîrokek. Ji bo artêşbûna jinê bingehek ava kir. Şehadeta Heval Bêrîtan li hember xiyaneta heyî bû bersivek. Kesayetek wê ya taybet heye. Bêyî ku bitirse diaxive, rexne dike, hêz dide jinê. Heval Bêrîtan qedexebûnan derbas dike.”
‘Dilsoziya wê bi Rêber Apo re heye’
Leyla Mihemed da zanîn Bêrîtan ji bo ku bikaribe xebatên xwe xurttir bike, di beşa sînema de, di beşa şer de jî gelek ked daye û wiha berdewam kir: “Dilsoziyek wê ya bi Rêber Apo re heye. Dema ku xwe ji ser zinar de davêje jî, dibêje ‘Bijî Serok Apo’. Şehadeta wê, fedayîbûna wê, xwe avêtina ji ser zinar de, wateyek pir mezin dide. Fikrên hevalên wek Bêrîtan, Zîlan, bersîvek e ji bo xiyanetê.”
Leyla Mihemed banga xwedî derketina li têkoşîna Bêrîtan kir û merasîm bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.
