Kongra Star kampanyaya xwe ya berhevkirina îmzeyan bi dawî kir

Kongra Star kampanyaya xwe ya berhevkirina îmzeyan ji bo serbestberdana girtiyan û eşkarekirina çarenûsa kesên ku ji hêla cîhadîstên HTŞ’ê ve hatine girtin, bi dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star îro di daxuyaniyeke nivîskî, dawî li kampanyaya xwe ya daxwaznameyan anî ku daxwaza serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ’ê ve bi zorê hatine windakirin dike. Kampanyayê ji 12 heta 17’ê Adarê domiya.

Kongra Star encamên kampanyaya berhevkirina îmzeyan eşkare kir û piştrast kir ku ev encam dê ji gelek saziyên navneteweyî re, di nav de Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî, Serokatiya Konseya Ewlekariyê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û Komîteya Ewropî ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê, werin pêşkêş kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi îradeyeke xurt a gel û biryardariyeke bê şik, em îro encama kampanyaya berfireh a îmzeyên gel radigihînin ku ji aliyê Kongra Star ve bi hevrêziya rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî ve hatiye destpêkirin û ji 12 heta 17’ê Adara 2026’an domiya.

‘Ev kampanya qîrînek li hember binpêkirinan e’

Ev kampanya weke qîrîneke rastiyê ya bilind li hemberî binpêkirinên eşkere û windakirinên bi darê zorê yên ku bandorê li gelê me li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir, Tebqa û Reqayê kirin û weke piştrastkirineke giştî ya redkirina kategorîk a polîtîkayên xiyanet û îstismarê yên ku ji hêla hêzên 'Ewlehiya Giştî' yên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê ve tên kirin ku hemû peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin paşguh kirin hat.

‘Ji gelek dewletan beşdarî kampanyayê bûn’

Xebatên meydanî bi berhevkirina îmzeyan ji kesayetên hiqûqî û sivîl, bi taybetî ji Sûriye û welatên din ên wekî Herêma Kurdistanê, Iraq, Arjantîn, Avusturalya, Keyaniya Yekbûyî, Kolombiya, Hindistan, Fînlandiya, Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Chiapas, Katalonya, Fransa, Swîsre, Filîpîn, Îtalya, Spanya, Misir, Lîbya, Cezayîr, Polonya, Skotland, Galîsya, Meksîka, Sûdan, Lubnan, Komara Çek, Îrlanda, Brezîlya û Danîmarkayê encam dan. Hemûyan bi yek dengî ragihandin ku mijara windayan mijareke rûmeta mirovan e tawîz jê nayê dayûn an paşxistin. Ev hejmar asta hevgirtina gel û biryardariya şikandina bêdengiya li dora trajediya bi hezaran malbatên ku di navbera êşa windakirinê û hovîtiya li bendêbûnê de winda bûne nîşan dide. Ew şermezarkirineke gel a bihêz li dijî veşartina sîstematîk û pratîkên ku daketine asta sûcên şer pêk tîne.

‘Hevgirtin parastina tevna civakî misoger dike’

Em spasî û minetdariya xwe ji bo her kesê ku beşdarî serkeftina vê hewldana mirovî bûye, diyar dikin. Bi taybetî behsa malbatên girtî û windayan dikin ku sebir û berxwedana wan stûna vê tevgerê bû. Her wiha em hemû çalakiyên jinan, mafên mirovan û sivîl ên ku piştgirî dan hewldanên meydanî û her welatiyek ku bawerî û îmzeyên xwe danîn da ku bibin deng ji bo kesên ku ji azadiya xwe li pişt girtîgehan bêpar mane, silav dikin. Ev hevgirtin temînata rastîn e ji bo parastina tevna civakî ya Sûriyeyê û parastina mafên bingehîn ên jiyan û azadiyê.

‘Têkoşîn ji bo serbestberdana hemû girtiyan dê berdewam bike’

Di dawiyê de tekez li ser vê yekê dikin ku ev encam, bi îmzeyên gel hatine belgekirin dê bi fermî wekî pêvekên zagonî yên daxwazan ji saziyên navneteweyî yên diyarkirî re ango Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî, Serokatiya Konseya Ewlekariyê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û Komîteya Ewropayê ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê re, werin şandin. Em vê îradeya gel dispêrin rêxistinên navneteweyî ku wê li pêş berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û zagonî deynin û tekez dikin ku têkoşîna me dê bi hemû rêbazên rewa berdewam bike heya ku çarenûsa kesên winda yên dawî were eşkerekirin û hemû girtî û mehkûm bêyî tu sînorkirin an şertek werin berdan."