Kongra Star: Jinên berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî
Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê li Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî birî daxuyaniyek niviskî da û got: “Ji bo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî.”
Navenda Nûçeyan – Dadgeha Şoreşa Tehranê ya rejîma Îranê di 10’ê Mijdarê de bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî cezayê darvekirinê ya li Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî hat birîn daxuyaniyek niviskî da. Kongra Star di daxuyaniya xwe de got: “
Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:
“Ji bo banga şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li ser Werîşe Mûradî ji aliyê aktivîstên mafên jinan ên li Kurdistanê ve hatiye kirin; em jî wek Meclîsa Konga Star tevlî vê bangkirin û şermezarkirinê dibin û piştgiriya xwe didin diyarkirin. Banga piştevaniya KJAR’ê ji bo me têkoşînekî esas e û pêwîst e li hemberî kiryar û polîtîkayên dewleta Îranê taybet a li ser jinan divê têkoşîn û berxwedan bê bilindkirin.
Ev cezayê ku “bi tometa endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê” tê gotin ji aliyê dadgeha şoreşa Tehranê ve hatiye dayîn dide xuyakirin ku çiqasî dijminahiya jinan tê kirin û ji tirsa azadiya jinan, kiryarên bi vî rengî dayinê ve xwe dixin bin mertala hiqûqa dewletparêziyê û îdamkirinê. Ev di roja me ya îro de zalimê Dehaqê hemdem tîne bîra mirov. Tirsa wan û israra wan a li hemberî jina azad, pêşketî, serhildêr û berxwedêr dide xuyakirin ku sîstema rejîma wan ketiye qeyranekî çiqasî mezin û jibo wê jî bi tedbîrên hiqûqa dewletparêziyê ve dixwazin xwe ewle bikin û êrîşî jinan dikin. Ji ber ew pêxistina çirûska agirê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” her ku diçe bilindtir û zêdetir dibe. Wek jinekî pêşeng û azad di şexsê Werîşe Mûradî de bi hezaran jin bi vê çirûskê ve agirê serhildan û berxwedanê xwe digihînin şiyara jin, jiyan, azad û armanca şoreşa jinê berfirehtir dikin…
‘Dê jin bibin dengê Werîşe Mûradî’
Ev nêzikatî û kiryarên polîtîkayên wan, tunekirin û qirkirina jinan îfade dike. Em vê biryarê dij mirovî, dij exlaqî û dij civakî dibînin û bi tu awayî qebûl nakin. Ji bo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî…
Em wek meclîsa Kongra Star vê biryarê şermezar dikin, piştgiriya xwe ji şoreşa Rojava ber bi serhildana şoreşa keziyan ve diherikînin û em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îran’ê bigihêje armanca xwe. Ji bo wê em ê her di nav çalakî û têkoşînê de bin.”