Kongra Star ji bo dîlgirtiyan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya kongra Star Emîna Osê da zanîn ku di meha Çileya îsal de êrîşek hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin û got ku ji ber gelek şervan dîl hatine girtin wan dest bi kampanyaya îmzeyê kirine.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di nava şert û mercên dijwar û êrîşên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin de, gelek ciwan û şervan ketin destên hêzên girêdayî rêveberiya demkî. Di vê çarçoveyê de, Kongra Star kampanyayek girîng bi navê "Azadî ji bo Girtiyan" da destpêkirin ku armanc dike aqubeta wan diyar bike û daxwaza serbestberdana wan bike. Ev kampanya ne tenê ji bo girtiyan e, di heman demê de bangek e ji bo edalet û azadiyê li hemberî zilm û neheqiya ku li ser gelê herêmê tê kirin.

Berdevka Komîteya Dîblomasiyê ya kongra Star Emîna Osê der barê kampanyaya ku dane destpêkirin ji ajansa me re axivî.

Emîna Osê da zanîn ku di 6’ê Çileya Îsal de êrîşeke hovanê ji aliyê rêveberiya demkî ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di Çileya îsal de, êrîşeke berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Li cihê diyalogê dest bi êrîşan kir.”

‘Heman êrîş li ser peravên Sûriyeyê jî çêbûn’

Emîna Osê destnîşan kir ku rêveberiya demkî heman êrîşan li ser peravên Sûriyeyê û li bajarê Suweydayê jî kiriye wiha domand: “Bi heman rengî êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Xwest bi pêla şovenîzmê di navbera Kurd û Ereban de şer derbixe. Sala par di Adara 2025’an de li ser peravên Sûriyeyê û li bajarê Suweydayê dest bi êrîşeke wiha kir. Di encama van êrîşan de bi hezaran mirov hatin kuştin, ji cih û warê xwe bûn, gelek jin hatin revandin. Êrîşê mal û gundên Kurdan kirin, talan kirin, kuştin, hovîtî kirin û mirov ji ber nasnameya xwe hatin kuştin.”

‘Bi hezaran mirov hatin kuştin’

Emîna Osê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di demeke ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di hemû bangewaziyên xwe de, riyên diyalogê esas girt, Ev bangewazî hatin paşguhkirin. Ji bo ku şer çênebe bi gelê herêmê re hewldanên cidî ji aliyê Rêveberiya Xweser û Fermandariya QSD`ê ve hatin kirin lê van hewldanan pêşî li hovîtiya ku hat kirin negirtin. Di encama wan êrîşên hovane de gelek kes şehîd bûn sivîl, jin, leşkerî û kesên têdikoşiyan rastî êrîşan hatin. ”

‘Hêzên me pêşî li şerê navxweyî girtin’

Emîna Osê anî ziman ku wan êşên gelek dayikên dîlgirtiyan dîtine û wiha pêde çû: “Di dema van êrîşan de, hêzên me heta dawî hewl dan pêşî li şerekî navxweyî bigrin. Gelek şervan dîl hatin girtin. Ev nêzî du mehan e ji bo dîlgirtiyan di aliyê siyasî û leşkerî de hewldan hene. Pêwist e wekî Kongra Star li hemberî vê nêzikatiyê û nediyariya rewşa dîlgirtiyên ku di destên rêveberiya demkî de ne, helwesteke xurt hebe. Me êşên gelek dayikan dîtin. Bi çalakiyên 8’ê Adarê jinan dengê xwe bilind kir, xwestin kesên dîlgirtî werin berdan. Niha xebata me ya sereke dê ev be. Ên ku zêde ji ber vê rewşê êşê dikşînin jin û zarok in. Dayîk li hêviya zarokên xwe ne, şev û roj jiyan ji wan re tune ye. Jinên ku li hêviya hevjînên xwe ne û zarokên ki li hêviya bavê xwe ne hene.”

Ji bo dîlgirtiyan kampanyaya îmzeyê

Emîna Osê diyar kir ku Kongra Star ji bo dîlgirtiyan kampanyaya îmzeyê daye destpêkirin û wiha got: “Wekî Kongra Star me biryar da em dest bi kampanyaya îmzeyê bikin. Li gorî daneyan ji hezarî zêdetir dîlgirtî hene. Li gorî tê gotin rastî îşkenceyên giran hatine. Ji ber vê erka me ya sereke ew e ku em li ba dayîk, hevjîn û zarokên dîlgirtina bin. Rêxistinên rojavayê Kurdistanê û rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên siyasetmedar jî tevî kampanyayê bûne.”

Kampanya berfireh e

Emîna Osê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her dewleta ku xebatên Kongra Star lê tên meşandin wê ev kampanya hebe. Piştî ku me îmze werin komkirin dê encamên wê bi nameyan ji CPT’yê, Neteweyên Yekbûyî û Meclîsa Ewlekariyê, ji Yekîtiya Ewropayê û Parlamantoya  Ewropayê re bên şandin. Bi nameyan dê were diyarkirin ku pêwist e raya giştî jî li kêleka dayik, hevjîn û zarokên dîlgirtiyan be, destek bide gelên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji bo aramiyê têdikoşin. Hewldanên ji bo entegrasyonê didomin pêwist e eynî hewldan ji bo berdana dîlgirtiyan bi aliyên derve re werin kirin. Em vê xebatê bi cidiyetek û berpirsiyareke mezin bi hundir û derve re dişopînin. Heta girtiyek tenê jî hebe û rewş nediyar be, weke Kongra star em ê di nava hewldanan de bin. Em ê dengê dayik, hevjîn û zarokên dîlgirtiyan bin. Heta ku girtî neyên berdan em ê di aliyê siyasî, dîplomasî de bixebitin.”