Kongra Star ev 21 salin ji bo jinan sîwanek e
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên bi bîr xist ku Kongra Star a 21 sal berê hat avakirin, ji bo jinan bûye sîwan û ragihand ku dixwazin bi konferansên nûbûnê, ji pêvajoya heyî re bibin bersiv.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Kongra Star a ku 21 sal berê hatiye damezrandin, di van salan de bûye sîwan û nasnameya her jinek ku ji bo maf, azadî û hebûna xwe têdikoşe. Di vê pêvajoyê de, bi taybetî piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û guhertinên siyasî yên Sûriyeyê, Kongra Star dixwaze bi konferansên nûbûnê xwe ji nû ve ava bike û rola xwe ya di xurtkirina tekoşîna hevpar a jinan de bihêztir bike. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên vê mijarê ji ajansa me nirxand.
‘Êrîşên li ser Rojava êrîşên li ser projeya Netewa Demokratîk bûn’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên bibîr xist ku di destpêka sala 2026’an de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê rewşeke hesas derketiy holê û ji Şêxmeqsûdê heta Hesekê herêm rastî êrîşan hatiye. Jiyan Hisên destnîşan kir ku ev êrîş li ser projeya hevgirtina gelan û Netewa Demokratîk bûne û wiha domand: “Gelek hêzên ku li dijî vê sîstemê ne, dixwazin astengiyê li pêşiya sîstemeke demokratîk a ku hemû gel bi hev re bijîn, xwe bi rê ve bibin û çand û hebûna xwe biparêzin, derxin.”
‘Koka projeya ku Rêber Apo danî pêşiya me kûr e’
Jiyan Hisên diyar kir ku ev tecrûbe bûye mînakek cîhanî û bandora wê li ser gelek kesan hebûye û wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê, destkeftî û projeyên wan rastî komployeke mezin hatin ku di şexsê Rêber Apo û jinan de hat armancgirtin. Di encama vê komployê de windahiyên mezin û bedêlên giran hatin dayîn û gelek herêm hatin windakirin. Lê vê yekê baweriya bi projeya me neşikand. Projeya ku Rêber Apo danî pêşiya me, koka wê kûr e û wê her tim şîn bibe.”
‘Jin di pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk de divê xwedî roleke bingehîn bin’
Endama Koordînasyonê Jiyan Hisên bal kişand ser pêvajoya niha ya Sûriyeyê û got ku di vê pêvajoyê de di nava sîstemê de gelek guhertin û veguherîn çêdibin. Jiyan Hisên vê pêvajoyê wiha vegot: “Di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêwîst e bê nîqaşkirin ka çawa wê Sûriyeyek demokratîk bê avakirin ku hemû reng û dengên civakê di xwe de bigre. Divê ji rengbûna civaka Sûriyeyê sûd bê girtin û dewlemendiya wê ya çandî û olî bê parastin.”
Li aliyekî din, Jiyan rexne li helwesta hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û got ku hikûmeta ku îro Sûriyeyê birêve dibe, jinan red dike û dixwaze Sûriyeyê tenê li gorî reng, zayend û nêrîneke yekalî ava bike. Wê ev yek wek rêyek ji bo birina Sûriyeyê ya ber bi tarîtiyê binav kir.
Kongra Star bi konferansên nûbûnê dixwaze xwe ji nû ve ava bike
Jiyan diyar kir ku Kongra Star li hemberî guhertin û veguherînên ku herêm tê re derbas dibe, biryar daye ku di nava xwe de guhertinan pêk bîne, xwe li gorî pêvajoyê nû bike û wiha behsa guhertinan kir: “Sîstema rêxistinî ji kantonan veguheriye sîstema bajarî û niha li her bajarekî konferansên nûbûnê tên lidarxistin. Armanca van konferansan ew e ku kêmasiyên salên borî bên nirxandin û ji nû ve bingeheke xurt ji bo xebatê bê avakirin. Ji 28’ê Cotmehê ve li herêma Cizîrê, li 8 bajaran konferans hatine lidarxistin. Di nav wan de Dêrik, Qamişlo, Til Temir, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amûdê hene.”
‘Hevgirtina jinan û xurtkirina rola wan a di biryardayînê de girîng e’
Di berdewama axaftina xwe de Jiyan Hisên bal kişand ser erkên jinan ên di vê pêvajoyê de û got ku tiştê herî girîng, hevgirtina jinan û tekoşîna hevpar a wan e. Jiyan Hisên wiha axivî: “Jin divê di aliyê parastinê de xwedî îrade bin, di warê perwerdehiyê û xwepêşxistinê de xwe xurt bikin û di warên siyasî û yasayî de çalaktir bibin. Divê jin di navendên biryardayînê de cihê xwe bigirin da ku mafên hemû jinên Sûriyeyê, bi hemû pêkhate, reng û baweriyên wan, di destûra Sûriyê de bên mîsogerkirin.”
‘Baweriya me bi îrade û hêza jinê heye’
Jiyan Hisên behsa rola jinê ya di pêvajoya guhertinê de kir û wiha bidawî kir: “Rêber Abdullah Ocalan tekez kiriye ku, ya vê pêvajoyê bi ser bixe jin e. Ev rastî di jiyana rojane de jî xuya dike. Ji ber ku jin di warê kar, xebat û kedê de roleke girîng digirin. Baweriya me bi îrade û hêza jinan heye û bi vî ruhî emê ji nû ve sîstema xwe ava bikin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”