Kongra Star: Di sala 2026’an de divê em ji bo Sûriyeyeke demokratîk kar bikin

Kongra Star ji bo sala 2026’an peyamek weşand. Kongra Star di peyama xwe de got “Di sala 2026’an de erka me gelekî giran e û divê ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bi hemû hêza xwe em kar bikin.”

Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi boneya sala nû ya 2026’an daxuyaniyek li ser malpara xwe da û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. 

Di destpêka daxuyaniyê de “sersala gelê Suweydayê, herêmên peravê û jinên Ereb ku di bin zext û şerê taybet ên bermahiyên DAIŞ’ê û cihadîstan de têkoşîneke pîroz dikin û têkoşîna wan silav kirin” û hate gotin got: “Em sersala gelê Kurd û jinên Kurd pîroz dikin. Bi taybet jî gelê me ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku heta niha li ber sermaya zêde ji bo pêwîstiyên jiyana asayî jî peyda bikin, em êşa wan hîs dikin û di nava şert û mercên giran de pêşwazîkirina sersalê dikin, careke din silav dikin.”

Her wiha hate gotin: “Di sala 2026’an de erka me gelekî giran e û divê ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bi hemû hêza xwe em kar bikin.”

Di dawiyê de jî wiha hate gotin: “Sala 2026’an bibe sala azadî, îradeya gelan û civaka aştî û demokratîk ji bo Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”