Kongra Star binpêkirinên li dijî xwepêşanderên li Îranê şermezar kir
Komîteya Têkiliyên Giştî ya Kongra Star a Helebê, kiryarên rejîmên otorîter ên bi taybetî li dijî jinan û gelê Kurd ên li Îranê şermezar kir û bang li jinan ku hevgirtina jinan a navneteweyî xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.
Heleb – Li Îranê rastiya ku jinan dijîn, bi domandina sînordarkirinên tund ên li ser azadiya kesane û giştî re şahîdiya zêdebûna zext û binpêkirinan dike. Jin bi rêya girtin, darvekirin û qanûnên cudakar re rasterast tên hedef girtin.
Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Kongra Star a Helebê, têkildarî xwepêşandanên gel ku di 28`ê Kanûnê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û berdewam dikin, daxuyaniyek da.Daxuyanî ji aliyê endama ofîsê Hevin Mûsa ve li taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên tevgerên jinan hate xwendin.
Daxuyaniyê behsa serhildana 2022`yan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir ku di dema wê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" derket pêş û diyar kir ku jin di nava wê şoreşê de bûn, rêberî kirin û bi hişmendî û biryardarî li dijî zilmê derdikevin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vê pêşengiya jinan hiştiye ku jin bibin hedefa rasterast a rejîma Îranê ku ji bo şikandina îradeya wan û bêdengkirina dengê wan, dest bi girtinên girseyî, bikaranîna tundiya zayendî mîna çekek siyasî, reşkirin û kuştinên kiriye.
'Dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bû bangek gerdûnî’
Jinan piştgiriya xwe bo jinên li Îranê û bi her jinekê re ku di bin rejîmên otorîter de rastî zilm û cudakariyê tê, anîn ziman, û destnîşan kirin ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bûye bangek gerdûnî li dijî zordariyê û tîne bîra her kesî ku azadiya neteweyan bi azadiya jinan dest pê dike.
Banga xurtkirina yekitî û hevgirtina jinan
Di daxuyaniyê de bang li jinên li Îran, Sûriye û li çar aliyên cîhanê hate kirin ku yekitî û hevgirtina jinan a navneteweyî xurt bikin, têkoşînê mezin bikin û veguherînin hêzeke kollektîf ku dikare zordariyê têk bibe, mafan biparêze û edalet û wekheviyê di civakan de pêk bîne.