Kongra Star: Bêdengî hevkariyeke nayê qebûlkirin e
Kongra Star komkujiyên dewleta Tirk ên li Sirîn, Zirgan û Eyn Îsayê şermezar kir û bang li raya giştî û saziyên navnetewî kir û got: “Bêdengî beşdariya pêkanîna wan tewanan e û hevkariyeke nayê qebûlkirin e.”
Navenda Nûçeyan – Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di van êrişan de dewleta Tirk bi dehan komkujiyan pêk anî û tenê di du rojên dawî de 18 welatiyan qetil kir. Di komkujiya ku duh li Sirînê pêk hat de 12 welatî hatin qetilkirin. Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek komkujiyên dewleta Tirk ên li Sirîn, Zirgan û Eyn Îsayê şermezar kir.
Kongra Star bi daxuyaniyê tekez kir ku ev tawanên hovane ne bûyerên takekesî û tesadufî ne, lê belê di çarçoveya rêze binpêkirinên sîstematîk ên berdewam ên dewleta Tirkiyeyê de li dijî gelê Sûriyeyê pêk tên, "Ev kiriyar li dijî hemû pîvan û peymanên navdewletî, bi taybetî zagonên mirovî yên navnetewî ne.”
‘Bêdengî beşdariya van kiryaran e’
Kongra Star bal kişand bêdengiya navnetewî ya li dijî komkujiyan û wiha got: “Di vê çarçoveyê de em tînîn bîra Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû rêxistinên mafên mirovan ku bêdengiya wan li hember van tawanan weke beşdariya pêkanîna wan tewanan tê dîtin û êş û azara kesên bêsûc zêde dike û hevkariyeke ku ji aliyê exlaqî û qanûnî ve nayê qebûlkirin e.”
Kongreya Star ji rawestandina van komkujiyan ji civaka navneteweyî xwest ku “Bilez tevbigere, lêpirsîneke navdewletî ya serbixwe pêk bîne, sizayan li ser Tirkyeyê ferz bike û sivîlan biparêze.”