Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd di roja duyem de ye

Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Encamname dê di dawiya konferansê de were ragihandin.

Amed – Platforma Yekitiya Jinên Kurd a li Amedê bi şîara “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” di roja xwe ya 2’yemîn de li salona Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) 3’yemîn konferansa xwe berdewam dike. Li salonê pankartên “Jin jiyan azadî” û “Cinîye cuye azadî” bi kurdî, dimilkî, soranî û tirkî hatin daliqandin.

Konferans ji çapemeniyê re girtî ye û bi axaftinan berdewam dike.

Encamname dê di dawiya konferansê de were ragihandin.