Konferansa Jineolojî ya Mexmûrê encama xebata kolektîf a jinan bû - ÇAVDÊRÎ

Perspektîf û biryarên ku di konferansê de derketin ji bo pêşvebirina xebatên li Wargehê her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê gelekî girîng û bi nirx bûn.

LOTUS JIYANDA

Jineolojî weke zanista jin û jiyanê derdikeve pêşberî me. Her qada jiyanê di xwe de dihewîne û ji bo guhertin û veguhertina serdemê, ji bo mîsogerkirina şoreşa jinan bi berpirsyariyeke mezin tevdigere. Loma em dikarin bibêjin ku zanista mirov û civakê ye.

Bi vî rengî Jineolojî zanist û civakê ji nû ve tîne cem hev û qutbûna di navbera wan de ji holê radike. Di dîrokê de zanist li ser esasê armanceke derket. Ew armanc jî guhertin û veguhertinên erênî yên jiyana civakê bûn ku ewlehî û domandina jiyana civakê misoger kirin. Hemû şoreşên ku di serdema şoreşa jinê de bi pêş ketin, li ser vê esasê bûn û bi felsefeya ‘ji bo civakê’ dihatin birêxistinkirin.

Jineolojî li dijî pergala kapîtalîst xwedî cih û misyoneke girîng e

Pergala kapîtalîzmê bi mentalîteya pozîtîvîzmê vê yekê guherandiye û bi felsefeya ‘li dijî civakê’, di navbera civak û zanistê de qutbûnê çêkiriye. Vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên hêza desthilatdariyê û kapîtalîzmê li dijî civakê dide xebitandin. Di encama wê de hem jiyana tevahî mirov û civakan, hem jî ya jîngehê di roja me ya îro de di nava metirsiyeke mezin de ye. Ji zanist û polîtîkaya dewletê heta hemû qadên jiyanê, hemû jî di bin vê bandorê de ne û pirsgirêkên civakê kûrtir û girantir dikin. Rewşa ku roja me îro di tevahî civakan de heye, vê rastiya pergalê baş piştrast dike. Jineolojî bi wê erkê radibe ku vê biguherîne û jiyana di tarîtiyê de maye ji nû ve ronî bike. Bêguman ji ber ku ev rewş bi jinan ve girêdayî ye û bireserkirina jinan, zemîna kolekirina tevayî civakê vekir. Rizgarkirina civakê ji jiyana koletî û ber bi mirinê ve, bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Ji bo jin bikevin vê ferqê, bikaribin xwe ji ‘nasnameya kole’ rizgar bikin û nasnameya xwe ya ‘xwebûnê’ careke din bi dest bixe, jineolojî di vê serdemê de xwedî cih û mîsyoneke girîng e.

Qada xebatên zanista jineolojiyê her diçe berfirehtir dibe

Bi vê armancê Jineolojî di sala 2008’an de ket rojevê û ji hingî ve heya roja îro li ser wî esasî rêxistinkirin  didome. Li gorî wê her diçe di cîhanê de baldarî û meraqa li ser zanista Jineolojiyê zêde dibe û ji jinên ku ji bo fêmkirin û têgihîştina heqîqetê di lêgerînê de ne rê nîşan dide. Bi wê ve girêdayî, zanista Jineolojî her ku diçe xwe û xebatên xwe berfirehtir û zêdetir bi rêxistin dike. Êdî li gelek cihên cîhanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê bihîstin. Ango ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê sê peyv in ku rojekê ji nişkê ve derketine. Berovajî wê, dirûşma berxwedana bi hezaran salan a li dijî koletiyê ye ku ‘felsefeya jiyana rast û maneya jiyanê’ di xwe de dihewînin… Weke ku Rêber Apo jî gotiye, ‘Heqîqet tu carî nayê veşartin.’ Her çiqasî pergala desthilatdar a mêr hewl dide heqîqetê veşêre jî her dem pê re rûbirû maye.

Li ser gelek mijaran atolye hatin lidarxistin

Li ser vê esasê, Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê di 23’ê – 24’ê Tebaxa sala 2024’an de  konferansa xwe ya bi şêweya zanistî ya yekemîn bi beşdariya nêzî 100 delegeyan li dar xist. Navenda Jineolojî ya Mexmûrê konferansê bi civakê, saziyên civakê re bi awayekî hevbeş û kolektîf li dar xist. Mijarên ku weke mijarên atolyeyên konferansê hatin hilbijartin, hevbeş bi nêrînên civakê û li gorî pêdiviyên demê hatin hilbijartin. Mijarên ku hatin hilbijartin ‘Dahûrandina sosyolojîk a dîrokî ya çanda Botanê ya bi kilaman’, ‘Stûnên demokratîkbûna malbatê’, ‘Hişmendiya zayendî û hezkirina zayendî’, ‘Mafên me çi ne û em çiqas dizanin û pêk tînin’ ‘Bandora sosyo-psîkolojîk a koçberiya bi darê zorê li ser jinan bûn.’ Li gorî mijaran atolye hatin avakirin ku tê de hem jin û jinên ciwan ên civakê hem jî yên saziyan cihê xwe girtin. Atolyeyên ku hatin avakirin li ser mijarên ji bo wan hatin diyarkirin demdirêj hem lêkolînên zanistî kirin hem şîrove û tezên Rêber Apo der barê mijarê de lêkolîn kirin û bi rewşa civaka Mexmûrê ve girêdayî berfireh û kûr nîqaş kirin. Dîsa li gorî mijaran bernameyên taybet û dewlemend hatin amadekirin û der barê kar û xebatên jineolojiyê yên 14 salan li Wargeha Mexmûrê didomin de li sînevîzyonê hat temaşekirin.

 Şêwaza atolyeyan bû zemîna xebatên kolektîf

Nêrînên li ser lidarxistina yekemîn konferansa zanistî her wiha li ser şêwaza meşandina vê xebatê bi awayekî hevbeş û bi komxebatê gelekî erênî bûn û di nava civakê de moral, kelecan û coşeke mezin çêkir. Bi taybetî di pêvajoyeke wisa de ku li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn her diçe berfirehtir dibe de. Tevahî rewşa cîhan û jîngehê di metirsiyê de ye û êrîşên li ser jinan di her milî de zêdetir û dijwartir dibin de lidarxistina yekemîn konferansa zanistî ya Jineolojiyê li Mexmûrê gelekî girîng û bi wate ye.

Li gorî rastî û giraniya serdemê, lidarxistina konferansê di vê pêvajoyê de weke pêdivî hat dîtin û di civakê de vîn û hêviya heyî bi hêz bû. Şêwaza atolyeyan bû zemîna ku xebatên kolektîf ên saziyan zêdetir û xurtir bibin ku ev yek cihê kêfxweşî û şanaziyê bû. Weke xebateke xurt, kûr, berfireh û bi nîqaşên tijî hat nirxandin. Lewma daxwaz ew bû ku di siberojê de jî perspektîfên jineolojiyê ji bo pêşxistina xebatên saziyan her dem berdewam bikin. Her çiqasî atolye jî hatibûn avakirin, ji ber ku Jineolojî zanista jin û jiyanê ye, her kesê xwe li hemberî serkeftina konferansê û komxebatan berpirsyar dît û bi disîplînekî xurt nêzîkatî raber kir. Vê yekê ruhê fedakariyê da pêş û li gorî wê her kes bi hev re alîkar bû, hev temam kir.

Li her maleke Mexmûrê beriya konferansê lêhûrbûn û nîqaş hebûn

Ji destpêka amadekariyên konferansê ve heta di dawiya konferansê, li her maleke li Wargeha Mexmûrê lêhurbûn û nîqaş li ser çarçove û mijarên konferansê çêbûn û ruhê her jinê geş kir. Bi taybetî tevlibûn û cihê jinên ciwan di wê xebatê de gelekî diyarker bû, vê yekê moralekî mezin di nava civakê de çêkir. Hêvî heye ku eleqedarbûna bi ciwanan re zêdetir be da ku bikaribin xwe xurtir bikin û zêdetir bi pêş bixin. Bi şêwaza atolyeyan tesbîtkirina pirsgirêkan encamgir bû. Saziyên Wargehê dixwazin ji vir û şûnve jî vê şêweyê di kar û di xebatên xwe de bi kar bînin da ku encamên xebatê bêhtir berhemdar bin. Ango ev şêwaz ji bo xurtkirina kar û xebatên wargehê perspektîfeke bi hêz bû.

Sosyolojiya çanda Botanê

Şêwaza dahûrandina sosyolojîk a dîrokî ya çanda Botanê ya bi kilamên dengbêjiyê jî şêwazeke nû û taybet bû û gelekî bi bandor bû. Wê şêwazê hestên pir kûr û kêfxweşiyeke mezin bi jinan re ava kir. Bi guhdarkirina dengê dayikan, hestên weke ku mirov li dengê dîrokê û li pêşiyên me guhdarî dike di hemûyan de ava bûn. Bêguman heman hest û kêfxweşî belavî hundirê hemû malan bû… Dîsa, li ser pirsgirêkên civakê ku bingeha xwe ji pirsgirêka jinan digrin, sekinandin û nirxandina bi berfirehî girîng û pêdiviyeke esasî bû, rola ku zanista jineolojî û jin di çareserkirina wan pirsgirêkan de dilîzin dubare hat ser ziman.

Girêdayî wê, demokartîkbûyîn, wekhevî û mafên jinan di konferansê de bi kûrahî hatin destgirtin. Her wiha di çarçoveya paradîgmaya modernîteya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan, demokrasî û ekolojî, li ser pirsgirêkên jinan, mijara demokratîkbûna malbatê, mijara hevjiyana azad û parastina jîngehê, zêdetir kûrbûn çêbibe, weke nêrîneke hevbeş derket. Girîngiya rola dayikê di mijara pêşîgirtina bandora şerê taybet a li ser zarokan û li ser çanda kurdewarî û dîroka Wargeha Mexmûrê de perwerdekirin, mijarên sereke yên konferansê bûn.

Konferanseke serkeftî bû

Bi giştî mirov dikare yekemîn konferansa jineolojiyê ya wargeha Mexmûrê ji bo tevahî civaka Mexmûrê û hemû jinan serkeftî û encamgir binirxîne. Perspektîf û biryarên ku di konferansê de derketin ji bo pêşvebirina xebatên li Wargehê her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê gelekî girîng û bi nirx bûn. Dîsa, konferansê têkildarî rewşa wargehê çavdêrî û lêhurbûneke kûr çêkir û hem ji bo pêwendiyên di navbera saziyan de, hem jî ji bo pêşxistina kar û xebatê zemîneke bi hêz ava kir. Herî dawî bal hat kişandin ku divê gotin tenê di teoriyê de nemînin, pratîkî bibin û encamên konferansê di demeke nêz de bikevin xizmeta jinan û civakê. Ev konferansa zanîstî ji bo gelek jînen cîwan gava yekemîn û serkeftinek nû ye.