Konferansa Jinên Kurd wê li Amedê were lidarxistin

Platforma Yekitiya Jinên Kurd wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li dar bixe.

Navenda Nûçeyan – Platforma Yekitiya Jinên Kurd wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li dar bixe. Amadekariyên konferanê didomin. 

Konferans dê li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) be û du rojan bidome. 

Konferansa ku dê di saet 10'an de dest pê bike, piştî axaftina vekirinê û nîşandana sînevîzyonê ji çapemeniyê re dê girtî bidome. Roja duyem jî xwendina encamnameyê dê ji çapemeniyê re vekirî be. Konferans piştî encamnameyê dê bi dawî bibe.