Konferansa ‘Jin û Rêbertî’ ya jinên ciwan bi dawî bû
Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a bi dirûşmeya “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber Apo re Bijî” bi navê ‘Jin û Rêbertî’ li dar xistin, bi dawî bû.
Qamişlo – Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo konferansek li ser asta herêma Cizîrê li dar xist. Konferans bi dirûşmeya “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber Apo re Bijî“ û bi navê ‘Jin û Rêbertî’ hate li dar xistin. Konferans, bi amadebûna 150 delegeyên jinên ciwan yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan, li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo hate lidarxistin.
Di konferansê de axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj ve hate kirin. Piştre endama Akademiya Jineolojî Şahrezad Osman jî axaftinek kir. Di bernameyê de sînevîzyonek li ser têkiliya di navbera Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan de hate pêşandan. Her weha jinên ciwan li ser xebat û çalakiyên xwe nirxandin kirin.
Piştre ji aliyê dîwanan konferansê ve daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Berfîn Çiya ve hate xwendin wiha bû:
“Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re pêvajoyeke nû da destpêkirin û careke din berpirsiyariya dîrokî girt ser milê xwe. Ji roja ku Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kir, diyar bû ku ev têkoşîn wê bêhempa û berdewam be. Rêbertî jin kir xwedî zanebûn, hebûn, îdeolojî, ax û nasname. Rêber Apo derfetên jiyanê ji me û ji mirovahiyê re avakir.
Em wekî Jinên Ciwan, ji bo gihîştina jiyana azad û komînal a bi Rêber Apo re, bi dirûşmeya ‘Kom bibe, bi manîfestoyê re jiyana komînal ava bike, Rêber Apo azad bike’, îro konferansa ‘Jin û Rêbertî’ li dar xist. Konferansa me bi plansaziyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.”
Plansaziyên hatine diyarkirin ev in:
“Wekî Yekîtiya Jinên Ciwan, pîvana serkeftina kar û xebatên me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Azadiya Rêbertî mafê me ye; divê her jineke ciwan xwe bi berpirsiyariya dîrokî bibîne û ji bo azadiya Rêbertî têkoşîn bike.
Di çarçoveya kampanyaya “Kom bibe” de, li her komîn, tax û gund, jinên ciwan manîfestoya felsefeya Aştî û Civaka Demokratîk birêxistinê bigihînin gel.
Di çarçoveya kampanyaya “Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin” de, çalakî û xebatên cûrbecûr werin rêxistin.
Bi hêvî û baweriyê, em ê roja ku bi Rêbertî re bên gel hev, bi şanazî û serfirazî pîroz bikin.”
Piştî daxuyaniyê, Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Jin û Rêbertî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.