Konferansa ‘Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin’ dest pê kir
Konferansa bi navê “Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin” ku bi banga jinên rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanan hatiye organîzekirin, dest pê kir.
Enqere – Konferansa “Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin” ku bi banga 80 jinên di nav de rojnamevan, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar jî hene ve hatiye amadekirin, dest pê kir.
Roja ewil a konferansa ku dê du rojan bidome, ji sê rûniştinan pêk tê. Piştî performansa muzîkê ya hunermend Îlkay Akkaya, di rûniştina yekem de mijara “Azadî, demokrasi, dadmendî û hemwelatiya wekhev” tê nîqaşkirin.
Di nav axaftvanên rûniştina ewil de siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Ferîde Eralp ji Înîsiyatîfa Jinan a ‘Ez Aştiyê Dixwazim’, siyasetmedar Zeynep Altıok Akatli, nivîskar Hidayet Şefkatlî Tuksal û zanyara siyasî Fûsun Üstel cih digirin.
Piştî pêşkêşiyên destpêkê, konferans dê di formata forumê de bidome. Ev foruma ku dê di du rûniştinan de pêk bê, dê mijarên wekî kapîtalîzm, kedxwarî, wekheviya zayendî û têkoşîna ji bo azadiyan binirxînin.