Konferansa Îslama Demokratîk: Ol ji bo mêtingehkirina jinê wekî amûrekê hat bikaranîn
Konferansa Îslama Demokratîk di roja xwe ya duyemîn de di dome. Îro mijarên weke cihê jinan di dîroka Îslamê de, rola wan di têkoşîna civakî de û giringiya zimanê dayîkê di gihandina peyamên olî de hatin nîqaşkirin.
Navenda Nûçeyan – Konferansa ku ji aliyê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MİA-FED) ve li Amedê hatibû organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Ji Kurdistan, Îraq, Misir û Tirkiyeyê gelek delege beşdarî konferansê bûn. Konferans bi rûniştina bi sernavê “Jin û Îslam” dest pê kir. Sekretera Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Menîce Rumeyse Gulmez ku rûniştin birêvebir, di axaftina xwe de diyar kir ku nêzîkatiyek di Îslamê de heye ku jin tune tê hesbandin. Gulmez hebsa Hz. Ayşe û Hz. Meryem kir û ji têkoşîna wan a baweriyê wek mînak nîşan da.
‘Quran nûneratiya mafên jinê kiriye’
Rojnamevan û nivîskar Recaa Hamid a ku ji Bexdayê beşdarî konferansê bû, axiftvana yekem a rûniştinê bû. Recaa Hamîd destnîşan kir ku meseleya jinê ji ber pozîsyona wê ya di avakirina malbat û civakê de giring e. Recaa Hamîd wiha got: “Îslam di demekê de hat ku jin rastî zehmetiyên mezin dihatin. Qurana Pîroz çavkaniya bingehîn e ku rewşa jinê di nav wekheviyê de dabîn dike. Quran giringiyek taybet daye jinê. Jin di gelek sûreyan de mîna sûreyên Nîsaa û Meryemê cih girtine. Îslam di mijara jinê de şoreşeke zihniyetê ya kokdar pêk aniye, soza dadwerî û wekheviyê daye. Quran nûneratiya mafên jinê kiriye.”
‘Di pêvajoyên pişt re ol ji bo mêtingehkirina jinê wekî amûrekê hat bikaranîn’
Recaa Hamîd anî ziman ku di serdemên yekem ên Îslamê de jin bi xwe beşdarî perwerdeyê bûne û tevkariya zanistê kirine; her wiha diyar kir ku Qurana Pîroz qebûl dike ku jin xwedî milkbûneke serbixwe be. Recaa Hamîd mafên mîna mîrasê û hwd. yên ku dane jinê rêz kirin û wiha pê de çû: “Îslamê parastina jinê ya ji bo xwe û mafên xwe mîsoger kiriye. Jinan di gelek qadan de roleke çalak lîstine. Di pêvajoyên pişt re ol ji bo mêtingehkirina jinê wekî amûrekê hat bikaranîn û ji bo fêmkirina rast a Quraanê, divê cihê jinê rast were fêmkirin.”
‘Kes nikare îradeya jinê bişkîne’
Nesîbe Kaya, mamosteya zimanê Kurdî ku ji Wanê beşdarî konferansê bû, di axivtina xwe ya bi sernavê "Rola Civakî û Berxwedana Jinan di Îslamê de" de got: “Îro jin di civakê de bûye xwedî îrade. Kes nikare vê îradeyê bişkîne. Rastiya Sumeyyeyê ya ku wek yekemîn jina şehîd a Îslamê tê qebûlkirin heye. Ev berxwedan, berxwedana sedsalan e. Ji Leyla Qasim heta jinên ku li Zindana Amedê berxwedan kirine, ji Jîna Emînî heta roja me ya îro mînak hene. Slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Jinên ku ji bo bidawîkirina şer û sekinandina xwînê li ber xwe didin hene û navê xwe kirine Dayikên Aşitiyê. Em bi wan serbilind in.”
‘Ol peyama xwe bi rêya ziman digihîne gel’
Axaftvanê dawî yê rûniştinê Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MİA-FED) Dr. Abdullah Sagir jî di axaftina xwe ya sernavê “Ol û Ziman” de kir û wiha axivî: “Di ragihandin û gihandina peyaman de ziman xwedî cihekî giring e. Di Quranê de di warê ziman de ‘ayet’ jî hene. Ez bang li mela û seydayan dikim; ji îro şûnde em hemû peyamên xwe bi zimanê gelê xwe bicih bînin. Zimanê dayîkê ji bo me cihê şanaziyê ye. Îro ev wezîfe ket ser milê me. Divê em vê yekê dabîn bikin. Bi zarok û neviyên xwe re bi kurdî biaxivîn. Ol û ziman bi hev ve girêdayî ne. Ol peyama xwe bi rêya ziman digihîne gel.”