Konfarans Jinan bi nîqaşan didome: Banga têkoşîna hevpar
Di panela yekem ya konfaransa ‘Jinên ji bawerî û pêkhateyn cûda’ behsa ‘Rola jinan di nava gel, pêkhate û baweriyên qedîm de, polîtîkaya tinekirinê ya li ser jinan tê meşandin, çima di êriş û qirkirinan de para sereke jin digre’ hate kirin.
Silêmanî - Konferansa Jinan bi dirûşmeya ‘Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan, pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye’ li Silêmanî destpêkir, bi pêşkêşkirina panela yekem berdewam dike.
Piştî gotara Reham Hico, li ser navê saziyên, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Evîn Siwêd, Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan Şadî Semed, Komeleya Jinên Azad a Kurdistan Rozerîn Kemanger û Komîteya Jinên Bakurê Kurdistanê Nurten Çelebî, peyam hatin xwendin.
Konferans piştre bi panelan berdewam kir, di panela yekem de berdevka Komîteya Peywendiyan ya Tevgera Jinên Azadî Suham Şengalî, berpirsa Rêxistina Kurdên Feylî ya Mafê Mirovan Esra Mihemed û aktivîst Arwîn Bayiz, der barê ‘Rola jinan di nava gel, pêkhate û baweriyên qedîm de, polîtîkaya tinekirinê ya li ser jinan tê meşandin, çima di êriş û qirkirinan de para sereke jin digre’ bi goftogoyan berdewam dike û ji aliyê Şehên Mehmûd hate rêvebirin.
‘Jin xwedî rolek bi bandor e’
Berdevka komîteya Peywendiya TAJÊ Sûham Şengalî axivî û diyarkir ku jin di parastina çand, huner û baweriyê de xwedî rolek bandorkerin. Ji ber jin hertim dibin hedefa êrîşan. Jinên Êzidî rastî komkujiya herî mezin hatine. Ji ber xwedî bawerine. Jinan di dîrokê de têkoşîn û berxwedan kirine. Ji ber wê baweriyek weke Êzidî destpêka van hemû fermana ne, lê belê baweriya xwe parastiye û maye. Piştî komkujiya 74’an jin têgihiştin ku bi xwerêxistinkirin dikarin dawî li komkujiyê binîn. Dest bi têkoşînê kirin û niha ji ber vê têkoşînên li Şengalê pêşengên Şengalê tên hedefgirtin. Lê belê biryara ku Şengaliyan ya berxwedana xwerêveberiya Şengalê girtiye gav şûnde na avêje.”
Behsa pirsgirêkên Feyliyan hate kirin
Endama Rêxistina Kurdên Feylî ji bo mafê mirovan Esra Mihemed diyar kir ku Feylî hertim rastî koçkirinê hatine û wiha got: “Hikumeta Iraqê komkujiyê li Feyliyan dikin. Di sala 1960’an de çend caran bi zorê hatine koçkirin û ji Iraqê jî hatine derxistin. Sala 1980’an karesata mezin destpê kir. Ji ber rejîma Baas Kurdên feylî bi hêceta Îranê derxistin. Li welatê Iraq û Îranê di pileya dûyem de li Feyliyan tê temaşekirin. Ev jî bûye sedemê wê yekê ku ji mafê xwe ê xwendin û karkirinê bê par bimîne. Her wiha di nasnemeya wan de cûdahî tê kirin. Ez di wê baweriyê de me komkujiyên li beramberî pêkhateyên cûda bi dawî bibe.”
Çalakvana Kakayî Dr Nazdar Qûdret behsa hevkarî û hevximiya Kakayiya ya li gel Şengaliyan kir û der barê jinên Kakayî de wiha got: “Jinên Kakayî di parastina baweriya xwe de hertim xwedî rol bûn. Niha jî çanda xwe di parêzin. Em jinên xwedî baweriyên cûda divê bi hevre kar bikin daku em baweriya xwe ji komkujî û tundiyê rizgar bikin. Bi hevre jiyanek aştiyane jiyan bikin.”
Di panela duyem de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat, endama Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Şengalî û parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca der barê Panela dûem ya konfarandê bi navnîşana ‘‘Jin wê çawa xwe ji nû ve ava bikin, erka jinan di parastin û bingeh danîna sistemek demokratîk de çiye, pêşengtî û têkoşîna navnetewî, di sedsala Peymana Lozanê de rewşa siyasî, jinan, erk û berpirsyartiyên heyî’ guftugo kirin.
Konferans bi nîqaşan berdewam dike.