Komxebata ‘Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê’ dest pê kir
Komxebata platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ dest pê kir û dê bi pêşniyaran bidome û di dawiyê de bi encamnameyek platforma bê ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Îro li hola pirtûkxaneya Tewar a Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek siyasetmedar, hunermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ dest pê kir.
Li gorî bernameya komxebatê, wê gotara destpêkê ji aliyê Şeyda Merûf ve were xwendin û piştre Sara Reza rapora polatformê bixwîne.
Tê payîn ku komxebat bi pêşniyaran berdewam bike û di dawiyê de jî bi encamnameyek platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bê ragihandin.
Li gorî agahiyan wê platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’, ji bo yekîtiya jinan a li Başûrê Kurdistanê, pêngavên ji bo kar û çalakiyên jinan, karê bi hev re û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan û neteweyî kar bike.