Komxebata platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bi dawî bû
Li Silêmaniyê komxebata platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’, bi dawî bû. Di komxebata platformê de behsa rola jinê ya di pêvajoya aştî û tundiya li hember wê, hat kirin.

Silêmanî – Li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ ku danê sibê di saet 10:00’an de destpê kir, bi dawî bû.
Destpêka merasîmê ji bo tevahî cangoriyan deqeyek rêz hate girtin û piştre peyama despêkê ya komxebatê ji aliyê Şeyda Meruf ve hat xwendin. Piştre rapora platformê ji aliyê Sara Reza ve hat pêşkêşkirin. Di raporê de behsa pergala dinyayê ku bi awayek nû li Rojhilata Navîn tê nûkirin û sîstema netew-dewletê hat nirxandin.
Dîwana platformê ku ji Şîrîn Teha, Runak Mecîd û Gulistan Seîd pêk dihat, behsa armanca platformê kirin. Di guftugoyên komxebatê de behsa pirsa jinan, netewa Kurd, yekîtî, yekîtiya jinan û çareserkirina astengiyên heyî û yek parçeyiya Kurdan hate kirin.
Di komxebatê de kesên amade bûn, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Jinan derbarê rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, guhertinên li herêmê de bang li jinan kirin ku bibin yek. Bi taybetî hat xwestin ku di dema guhertinên Rojhilata Navîn de, jin bedelên mezin didin lewma, divê jin ji bo azadiyê bibin yek.
Her wiha behsa pêvajoya aştiyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatî destpêkirin hate kirin û hat xwestin ku ji bo jin bighên armancên xwe, hêza xwe bikin yek.
Piştî nirxandin û guftugoyan, komxebat dawî bû. Lê biryar hat dayîn ku bi encamnamayek avakirina platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ were ragihandin.