‘Komploya navneteweyî li dijî gelê Kurd bû’

Bêrîvan Kaya, komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Komploya li dijî Rêbertî bi destên hêzên global li dijî gelê Kurd pêk hatiye.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- 26 sal berê di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komployek Navneteweyî hat destpêkirin û di encama vê komployê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de li paytexta Kenyayê dîl hat girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û tevî hemû serlêdana malbat û parêzerên wî jî 43 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Mamoste Bêrîvan Kaya ya ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya 26’emîn komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji ajansa me re axivî.

Komplo di şexsê Rêbertî de li dijî gelê Kurd pêk hat’

Bêrîvan Kaya, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi hevkariya hêzên komploger pêk hat û wiha axivî: “Ev 26 sal in Rêbertî li Îmraliyê dîl tê girtin. Ev komploya navneteweyî bi destên hêzên global pêk hat. Ji Emerîka û Yekitiya Ewropayê bigre heta dewleta Tirk bi hevkariyek di sala 1998’an de komploya navneteweyî pêk anîn. Bêguman ev komplo, ne tenê li dijî Rêbertî pêk hat. Di kesayeta Rêbertî de li dijî tevahî gelê Kurd pêk hat. Yekane armanca wan ew bû ku gelê Kurd ji Rêber Apo qut bikin. Hêzên desthilatdar ji bo serweriya xwe bidomînin, xwestin gelê Kurd tune bikin lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe gel birêxistin kiriye. Gelê ku li derdora fikir û felsefeya Rêbertî kom bûne, li dijî tevahî êrişan têdikoşiyan.”

‘Tevahî êrişên li dijî gelê Kurd perçeyek vê komployê ye’

Bêrîvan Kaya, da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perçeyek ji komploya 9’ê Cotmehê ye û wiha got: “Komploya navneteweyî heta roja me ya îro bi êrişên li dijî me didome. Di navenda van hemû êrişan de jî Rêbertî heye. Navenda hemû êrişan jî Îmralî ye. Cezayên dîsîplîn û qedexeya hevdîtinê ku ev 26 sal in li Îmraliyê li ser Rêbertî pêktînin perçeyek komployê ye. Dijmin li gorî pêvajoyê dem bi dem êrişên xwe dide guhertin. Tevahî êrişên li dijî gelê Kurd perçeyekê vê komployê ye. Her Kurdek ku dixwaze xwedî li Rêbertî derbikeve, dibe hedefa hêzên desthilatdar.”

‘Dema mijar dibe Rêbertî bêdengiyek mezin heye’

Bêrîvan Kaya, di berxwedaniya axaftina xwe de diyar kir ku bêdengiya CPT, Yekitiya Ewropayê û saziyên Mafên Mirovan nîşaneya hevkariyê ye û wiha axivî: “Rêbertî ji mafê xwe ya herî rewa ji mafê hêviyê bêpar tê hiştin. Mafê hêvî bi awayekî keyfî an jî bi hincetên cûda ji bo Rêbertî nayê pêkanîn. Yekitiya Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwe weke rêxistinek mafên mirovan binav dike lê dema mijar dibe rewşa Rêbertî xwe bêdeng dikin. Ev bêdengî jî eşkere dike ku di komployê de tiliya wan heye. Dixwazin gelê Kurd bi rojevên sûnî ji rewşa Rêber Apo dûr bixin. Gelo çima sedema cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêbertî û rapora CPT’î ya hevdîtina li Îmraliyê ji raya giştî tê veşartin. Armanca wan mûjilkirina gelê Kurd û rewakirina tecrîda li ser Rêbertî ye. Niha hemû hêzên komploger xwe ji derveyî komployê dibînin lê bi hevkariya van dewletan vê komployê hat pêkanîn. Ev hevkariya wan heta niha jî didome.

‘Divê weke jin yekane armanca me misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertî be’

Bêrîvan Kaya, di dawiya axaftina xwe de li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir û got: “Em weke gelê Kurd ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertî çalakiyan pêk tînin. Kampanyaya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” sala xwe tijî dike lê em di asta giştî de kêm dibînin. Divê em weke Kurd xwedî li çalakiyên ku ji bo azadiya Rêbertî tên pêkanîn, derbikevin û ji bo mafên xwe têbikoşîn. Her wiha em bikaribin li her qadê dengê xwe bilindtir bikin û divê weke jin yekane armanca me misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertî be.”